‘Şanoya Jixweber’ derket pêşberî şanohezan

09:55

 


JINHA


AMED –Şanogerên hemû komên şanoyê yên Amedê, bi xebatek hevbeş û formek nû ya şanoyê bi navê “Şanoya Jixweber” derketin dika şanoyê. ‘Şanoya Jixweber’ dê her roja çarşemê di seat 20.00’an de li Salona Şanoyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derkeve pêşberî şanohezan.


Li Salona Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê cûrek nû ji şanoya kurdî “Şanoya Jixweber” hat leyîstin. Sehneyên kin û komîdî bi beşdariya dehan şanohezan hat pêşandan. “Şanoya Jixweber” cara yekeme bi kurdî tê leyîstin. Şanogerên koma Yekta Hêvî, Şanoya Bajêr, Koma Navenda Çand û Hunera Diclafirat û Akademya Cegerxwîn bi xebatek komîn amadekariyên “Şanoya Jixweber” kirin. Senaryo yên Şanoya Jixweber bi giftegoyên navbera temaşevan û lîstikvana derket. Lîstikên kin yên Şanoya Jixweber rastî eleqeyek mezin hat. Şanoya Jixweber dê her roja çarşemê di seat 20.00’an de li Salona Şanoyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê leyîstin. 


(şh/zt)