Ji bo tevlibûna doza tecawizê ya li Çewlikê bang
16:43
JINHA
ÇEWLIK- DOKH’ê banga tevlibûna doza zaroka 16 salî ku li Cewlikê nêzî du salan di malê de hat girtin û rastî tecawiza 8 çawişên pispor hat kir. Doz dê di 3’yê Îlonê de li Çewlikê bê dîtin.
Hevparên Tevgara Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi armaca tevlibûna doza zaroka 16 salî ku li Çewlikê nêzî du salan di malê de hat girtin û rastî tecawiza 8 çawişên pispor hat, daxuyaniyek nivîskî wişand. DOKH’ê bal kişand ser doza zaroka 16 salî ku dê di 3’yê Îlonê de bê dîtin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî vê dozê bibin.
Derbarê mijarê de Navenda Alîkarî ya Jinan a (KADEM) civîneke çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Jinan Aktivîsta Navenda Alîkarî ya Jinan a (KADEM) Tulay Demîz daxuyanî xwend û bûyera tecawizê bi tundî şermezar kir. Tulay bang li hemû saziyên jinan kir ku beşdarî dozê bibin û wiha axivî: “Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî vê dozê bibin. Doza zaroka 16 salî ku li Çewlikê nêzî du salan di malekê de hat girtin û di nava van her du salan de her tim rastî tecawiza çawişên pispor hat, dê di 3’yê Îlonê de saet di 10:00’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê bê dîtin. Em dixwazin ku tecawizkar, cezayê ku heq dikin ji wan re bê dayîn. Ji bo ku tecawizkar rastî cezayê ku heq dikin bên divê em xwedî li doza zaroka 16 salî derbikevin.”
(aw)
