‘Ji bo diyalogê em li benda bangewaziyeke jinan a xurt in’
11:30
Hazal PEKER-Hangul OZBEY – JINHA
STENBOL - Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ku di Civîna Herêma Stenbolê ya Jinan a Enternasyonala Sosyalîst de axivî, banga “Ji bo operasyon rawestin, girtî bên berdan, dawî li tecrîdxê bê anîn, agirbesta dualî bê îlankirin û diyalog û muzakere destpê bikin” bangewaziyeke xurt bikin, li jinan kir.
Civîna Herêma Stenbolê ya Jinan a Enternasyonala Sosyalîst ku bi rojeva bingehin a “Jin Pirsgirêkan bi Rêya Diyalog û Muzakereyê Çareser Dikin” li Taksîm Hîll Otelê tê lidarxistin, di roja 2. de didome. Îro civîn ji çapemeniyê re vekirî pêk tê. Axaftina destpêkê ya civînê, ji aliyê Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ve pêk hat. Gultan kêfxweşiya ji ber malovaniya vê civînê anî ziman. Gultan destnîşan kir ku pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ketine nav hev û got ku “Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke gerdûnî, têkoşîna jinê têkoşîneke gerdûnî ye. Tirkiye di aliyê mafên jinan de li noqteyek krîtîk e. Ji ber vê yekê, em ji aliyekî ve ji bo guhertina qanûnan, ji aliyek ve jî ji bo têkoşîna civakî hewl dida.”
Gultan destnîşan kir ku gotinên rêveberên AKP’ê û Serokwezîr bi xwe, tundiyê zêde dikin. Gultan anî ziman ku herî dawî jî nîqaşên têkildarî sezaryen û zarok jibergirtinê, van fikaran zêde kirine. Gultan li ser qanûnên ji aliyê rejima darbeyê ve hatine danîn û nahêlin jin tevlî siyasetê bibin, rawestiya û got ku “Di têkoşîna me de, pêdiviya me bi piştevaniya jinê ya navnetewî heye. Ez di wê baweriyê de me ku ev civîna me jî, dê ji bo piştevaniya xwîşktiyê, bibe bingehek.”
‘Em li benda bangeke xurt a jinan in’
Gultan destnîşan kir ku 3 daxwazên bingehîn ên jinan hene û wiha pê de çû: “Me jinan, heta niha ji bo van daxwazan gelek çalakî li dar xist. Ji niha û pê de jî dê bidome. Ev 30 salên dawî ne ku ji aliyê PKK’ê ve têkoşîneke çekdarî tê meşandin. Êdî bila ev şer raweste û em bi metoda diyalogê çareser bikin. Li gelek welatan ev metod hat ceribandin û biser ketin. Em wekî Meclîsa Jinan a BDP’ê, di vê mijarê de li hêviya piştgirî û piştevaniya hemû jinan in.” Gultan, li ser pêla binçavkirin û girtinê jî rawestiya û wiha got: “Ji 500’î zêdetir jin ji bo vê têkoşînê girtî ne niha. Li hemberî Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan, ev salek e tecrîdek tê meşandin. Ji bo operasyon rawestin, girtî bên berdan, dawî li tecrîdxê bê anîn, agirbesta dualî bê îlankirin û diyalog û muzakere destpê bikin, em li benda bangeke we ya xurt in.”
Wêne-Kamera: Hazal PEKER – Hangul OZBEY

