‘Karkerên demsalê dikarin ser axa xwe hilberînê bikin’

11:19

 


JINHA


AMED Li gorî daneyên fermî 3 milyon karkerên demsalê bi hatina demsala buharê re bi şertên jiyana zor, rastî êrîşên nijadperestan tên û dikevin ser rêyên koçberiyê. Yrd. Prf. Dr. Îcala Ayşe Kuçukirca diyar kir ku ji bo karkerên demsalê ser axa xwe bixebitin berpirsyarî dikeve ser milê herkesê, di vê jimarê de divê komele û sendîka bi hev re tevbigerin.


Li Tirkiyê karkerên demsalê yên yan tevayî demê xwe yan jî nîvê demê xwe bi karkeriyê ve derbasdikin û piraniya wan ji ber şertên jiyanê li gel malbata xwe koçî cihê kar dikin li gor daneyên fermî hijmara wan ser 3 milyonan re ne. Din ava vê hêza kar de beşek mezin jî ji jin û zarokan pêktê. Ji ber karkerên demsalê li bejayan dijîn piranî derfetên xwendinê bi destê wan nakevin û na xwînin. Ji ber piraniya karkerên demsalê ji bo kar cihê xwe di guherin hijmara wan tê guhertin.


‘Çawan alternatîf dikare bê avakirin?’


Yrd. Prf. Dr. Îcala Ayşe Kuçukirca girêdayî pirsgirêkên karkerên demsalê nirxandin kir û got: “Em ser axa xwe çawan dikarin ji bo karkerên demsalê çareseriyek alternatîf pêşbixin. Divê em di vî aliyî de rêyê çareseriyê pêşbixin. Ji bo karkerên demsalê ser axa xwe ji sudê ji çavkaniyên xwe bigirin divê despêkê komele û sendîka li hev bicivin û bi hev re xwe rêxistin bikin.”


‘Karker rastî pirsgirêkên zayendî, cih û nijadî tên’


Îcala balkişand ser pirsgirêkên karkerên demsalê û wiha got: “Karkerên demsalê yên ji Kurdistanê derdikevin rastî pirsgirêkên çînî, zayendî, cihî û nejadî tên. Ji b ovan girtina ber çavan divê pêşiniyarên çareseriyê bên kirin. Karkeriya demsalê ya kut icar naqede divê pirsgirêk li gorî daxwazên karkeran bên çareser kirin, yan jî ser axa xwe karkeriyê bikin. Li gorî rewşê ya yekem hêsantire, ji ber bêyî pêre mijulbûnê dikare hinek şert bên başkirin.”


‘Divê projeya vegera gundan bê şînber kirin’


Îclal anî ziman ku şertê jiyana karkeran li gorî daxwaza wan di demek kin de nikare bê çareser kirin û wiha domand: “Di vê mijarê de ya em ser rawestin divê li ser erdnîgariya xwe emê çawan karin şertên karkeriya demsalê kirinê pêşbixin alternatîf bên pêşxistin. Divê erdên çandinê yên vala bên xwedîkirin. Ji bo belavkirina erdan divê kar bê kirin. Ser vê vegera gundan bê despêkirin. Divê li gorî karker dixwazin projeya vegera gundan bê şînber kirin.”


‘Di vî aliyî de sendîka kêm dimînin’


Îclal nêzîkatiya sendîkayan û rêveberiyên herêmi ya li vê mijarê wiha nirxand: “Divê gavên giring bên avêtin. Di aliyê rêxistinkirinê de divê zêdetir kar bê kirin. Çawa karker diçin sendîkayan, divê sendîka jî berpirsyariyek ya çuna gel karkeran ji bo xwe bibîne.”


‘Heger karker li Kurdistanê bixebitin dê pirsgirêkên nijadî nemîne’


Îclal bilêv kir ku pirsgirêkên karkeran ne tenê rêxistinkirine û wiha berdewam kir: “Heger karkerên demsalê li Kurdistanê bi xebitin dê ji xwe pirsgirêka nijadperestiyê bi xwe çareser bibe. Dê ji bo çareseriya pirsgirêkên weke zayendî û aborî jî kar bê kirin.” Îclal destnîşan kir ku carekdin bûyîna yek ya kooperatîfan, mirovan bi axê re giringe û got: “Ev ji aliyê pisporên aboriyê ve bi xebatên nava taxan dikare bê pêşde birin. Ji ber ji xwe berê de tecrubeyek me ya kooperatîfan heye. Bi hêzkirina van û şînberkirina pirsgirêkan pêwîste. Li gel vê divê din ava karên aborî de ser pirsgirêkên zayenditiyê bê rawestandin.”


 (zt)