Di roja 6’emîn de meşa azadiyê ber bi Amedê ve berdewam dike
11:33
JINHA
MÊRDÎN – Meşa ‘Ji Ocalan re Azadi’ ya ku gelê Botanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 6'emîn de didome. Her diçe hijmara meşvanan zêde dibe, niha hijmara wan ji hezar û 500’an derbas kiriye.
Gelê Botanê di 14'ê Adarê de ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê heta Amedê meşa "Ji Ocalan re azadî" dan despêkirin. Meşa gelê Botanê di roja 6'emîn de gihîşt gundê Axreşê yê Mêrdînê. Meşvanan ji Mêrdînê serê sibê berê xwe dan Amedê. Duh meşvanên ku ber bi Qoserê ve meşiyan hejmara wan hezar û 500'an derbas ye. Meşa azadiyê bi xwendina sirûdan bênavber didome.
Meş ber bi Amedê ve berdewam dike.
(ma/zt)

