Neviyên Îbrahîm azadiya Abdullah Ocalan diqêrin

12:46

 


JINHA


RIHA - Li bajarê pêxemberan Rihayê bi tevlîbûna deh hezaran kesan agirê Newrozê hate hilkirin û ji bo jiyaneke alternatîf a Rojhilata Navîn ji Abdullah Ocalan re azdî diqêrin.

Li bajarê pêxemberan û berxwedanê Rihayê bi tevlîbûna deh hezar kes li Qada Newrozê ya li ber ŞUTÎM'ê hatin cem hev û agirê Newrozê hilkirin. Welatiyên Rihayê serê sibê bi kincên gelerî ber bi qadê ve herikîn. Li qadê pankarta “Êdî bese ji Rêber Apo re azadi” hate daliqandin. Li qadê gelek pankartên din ên têkildarî berxwedana Newrozê, berxwedan Kobanê û azadiya Abdullah Ocalan re hatin daliqandin. Qada Newrozê bi alan HDP, DBP, PKK, KCK, YPG'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xemîlandin. Li qadê dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ/HPG/YBŞ’ê” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Welatiyên ber bi qadê ve herîkîn piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Bernameya Newrozê bi kurdî û tirk tê pêşkêşkirin. Piştî rêzgirtinê li qadê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Faruk Yaygin axivî û diyar kir ku li hemberî qesra Nemrudan neviyên Îbrahîm ji bo azadî û aştiyê têkoşînê dikin. Piştî axaftinê koma NÇM'ê derket ser dikê û girse coşand. 

Newroza Rihayê bi axaftinan berdewam dike. 

(zt)