Agirê Newrozê li qadan bi coş bilind dibe
14:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi sed hezaran dadikevin qadan û Newroz pêl bi pêl mezin dibe. Li Êlih, Şirnex, Çewlik û Dêrximê bi sed hezaran welatî herikîne qadan bi berxwedan û kelecana Newrozê di qêrin.
ÊLIH
Li Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi dirûşmeya "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" dest pê kir. Ji gelek nokteyên bajar welatî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Welatiyên piştî kontrola polîsan ketin qadê bi kincên renga reng govend girtin. Jin bi kirs û fîstanan, zilam jî bi şal û şepikan ber bi qadê ve herikîn. Li qadê alên YPG, YPJ, PKK'ê rengên kesk, sor û zer û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xemîlandin. Li ser dika mitîngê bi kurdî ût irk pankaret, wêneyên şervanên YPG û YPJ'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li qadê gelek pankartên têkildarî berxwedana Kobanê û hilbijartinê hatin daliqandin. Li qadê pankarta wêneyên kesên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin û kesên di cînayetên kiryar nediyar hatin qetilkirin li ser û nivîsa "Erdogan ji kurdan re dibêjin; çi tiştê we kêm e, edaleta me kêm e, gorên me kêm in, aştiya me kêm e, zimanê me kêm û azadiya me kêm e" hate vekirin.
Ji serê sibê li dora qadê firoşkarên seyar tezgehên xwe danîn û puşî, tişortên kesk, sor û zer, xwarin û vexwarin hatin firotin. Jin û zarok bi bandajên "Bijî Serok Apo" û Newroz pîroz be" li ser xwe girêdan û ketin qada Newrozê. Li qadê bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" sedan kesan puşî girêdan. Bi deh hezaran kes ligel hewayê sar qada Newrozê dagirtin û bi dewol û ziranê govend girtin.
Li ser dikê bi muzîkê girse çoşand û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî serok Apo" û "Be serok jiyan na be" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê sruda "Ey Reqîp" hate xwendin. Ligel deh hezaran welatiyan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Parlementera HDP'ê Ayla Akat Ata, hevşaredarên Êlihê, Dayîkên Aştiyê, HDP, DBP û gelek kesên din tevlî Newrozê bûn.
ŞIRNEX
Li Şirnexê ku bi şiyara "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" Newroz tê pîrozkirin, bi hezaran kes bi kinc û bergên xwe yên netewî ber bi Qada Newrozê ya pêşberê çiyayê Gabar û Cudî ya li taxa Bahçelîevlerê ve diherike. Di ketina bajarê Şirnexê ku polîsan bi wesayîtên zirxî çûn û hatinê qontrol dikin, di ketina qada Newrozê jî, polîs û zabiteyên Şaredariya Şirnexê piştî qontrol kirinê dikevin qadê. Ji gelek taxan hemwelatiyên ku kincên "Leşkerî" li xwe kirine kom bi kom ber bi qadê ve dimeşin, gelek hemwelatî ji bi wesayîtên navbajêr ên Şaredariyê dikşînin qadê. Zarok, ciwan, jin û ixtiyarên ku dikevin qadê, bi rengên kesk-sor û zer serê xwe pêçane, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG û YPG'ê li qadê tên hejandin. Li ser dikê panqarta ku wêneyê Ocalan li ser heye "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" hatiye daliqandin, li qadê jî pankart û dovîzên ku azadiya Ocalan tê xwestin hatine vekirin. Bi hezaran kesên ku hêj seatên sibehê de qadê tije kirine li ber def û zirnê û klamên ew bixwe dibêjin govend digirin. Her wiha bê navber diruşmeya "Bijî Serok Apo" di çiyayên Cudî û Gabarê de deng vedide. Li qadê ku dîsa jin pêşengiyê dikin, bi kincên xwe yên reng bi rengî qadê dixemilînin.
Pîrozbahiya Şirnexê bi sirûda "Ey reqîp" ya ji hêla Koroya zarokan a Koma Tîrêjên Rojê ve hatî gotin deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bername bi stranên koroya zarokan berdewam dike.
ÇEWLIK
Li sernaserî Kurdistanê û Tirkiyê bi deh hezaran welatiyên derketin qadan azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin yek ji van cihan jî bi coş û kelecanek mezin agirê Newrozê li Çewlikê geş bû. Bi deh hezaran welatî di saetên serê sibehê de herikîn qada Newrozê ya taxa Yenî ya Çewlikê. Li cihê Newrozê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê, kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, alên KCK, PKK, YPG û YPG'ê hildan. Li cihê şahiyê heya saeta Newrozê gel li derdora agir govend gerandin. Dîsa gelek welatiyan di şaneşîna mala xwe de tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" hatin berzkirin. Di şahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rê hat girtin. Di şahiyê de yek ji xwişka pêşengê PKK'ê Mehmet Karasungur, Zarîfe Karasungur axivî û diyar kir ku lehengên gelê kurd gêrîlayên PKK'ê yên canê xwe ji bo Newrozê kirine feda û silavên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê re şand.
Delegasyona Îtalya: Em li cem gelê kurd in
Piştî axaftina Zarîfe 8 delegasyonên îtalya ji bo Newrozê hatine Kurdistanê derketin ser dikê. Delegasyonê girse bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" silav kir. Li ser navê delegasyonê Antonelio Pabîs axivî û kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane bîranîn. Antonelio diyar kir ku ku ew li cem têkoşîna gelê kurd in û anî ziman ku ji bo ew têkoşîna gelê kurd ji nêz ve nas bikin jî ew hatine Kurdistanê. Antonelio bilêv kir ku ew ê qala têkoşîna gelê kurd ji bo gelê Îtalyan re bikin.
DÊRSIM
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dêrsimê bi hezaran kesên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê li kolana Hunerê kom bûn heta Qada Seyîd riza meşiyan. Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, HDP, DBP, Partîzan, DHF, EMEP û rêveberên ESP’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di meşê de welatiyan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin û alên PKK, KCK, KJA’yê û wêneyên Sîbel Bulut a li Kobanê jiyana xwe ji dest da hilgirtin. Piştî girse gihîşt qadê li vir rêz hate girtin û bernameyê dest pê kir. Li qadê parkarta ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên HDP’ê li sere hate daliqandin.
Hevseroka DBP’ê ya Dêrsimê Melek Dolaz axaftina vekirinê kir û bal kişand li ser hilbijartinên 7’ê Hezîrenê û xwest bi hemû baweriyan ve bi coşe Newrozê ji bo hilbijartinan bixebitin. Piştre Hevşaredara Dêrimsê Nurhayat Altun axivî û got ku wen weke gelê Dêrsimê meşaleya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê pê xistiye girtine û wiha got: “Em vê meşaleyê li lutkeyên Munzurê û çiyayên Dêrsime xurt bikin. Em dibêjin di vê pêvajoya Newrozê de birêz Ocalan bila bi me re be.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan axivî û bal kişand pêvajoya çaraseriyê ya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “ya ku vê pêvajoya pêş bixe hikûmet e. Divê rewşa hemû girtiyên siyasî li ber çavan bê derbaskirin û hemû bên berdan. Nîzama makeqanûnê ji nû ve bê sererastkirin.”
‘Em ê di welateke azad de bijîn’
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî di axaftina xwe de da zanîn ku Newroza îsal dê biratiyê gaveke pêşdetir bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku birêz Ocalan ji bo riya aştiyê bê vekirin bangawazî kir Sakîne Cansiz li Parîsê hate qetilkirin. Ji ber vê yekê Dêrsima ku bi êşan ve hatiye strandin lê dev ji doza xwe bernedaye di Tirkiyeya ku dev ji doza xwe bernadeya û di jiyana nû avakirinê de Newroze de roleke we ya mezin heye. Em careke din aşkera dibêjin ku yan em ê di welateke azad de bijîn yan jî em ê welateke azad de bijîn. Em ê di bin zilma dîktatoriyê de nejîn.”
(kom/zt)

