KJK: Em hemleya Newrozê bi berxwedan û kelecan pêşewazî dikin
15:03
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê bi peyamekê banga bevlîbûna Newrozê li her kesê kir û got, "Newroza 2015'an wê bibe Newroza azadiya Rêberê me, ewlekirina azadiya gelê Kurdistanê û li ser vê bingehê bi dest xistina statuyê be."
Koordînasyona KJK'ê bi peyamek nivîskî Cejna Newrozê ku nîşaneya aştî, biratî, demokrasî, azadî, heqîqet û civakîbûna li xaka Mezopotamyayê ya tevahiya mirovahiyê û Rojhilata Navîn e, pîroz kir. KJK'ê got, "Di kesayetiya şehîdê me yê mezin Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ê li hemberî zilm, hovîtî û zexta giran got 'Berxwedan Jiyane' rêhevalên Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce, em hemû cangoriyên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin." Di peyama KJK'ê de wiha hat gotin, "Bi berxwedana çil salî ya bi pêşengiya tevgera me ya azadiyê re bi pêş ket re, Newroz li wate û cewhera xwe ya dîrokî vegeriya. Bi ruhê berxwedaneke mezin û pêngaveke nû, bi coş û kelecaneke mezin em Newrozê pêşwazî dikin" û ev yek hat destnîşankirin:
“Kevneşopiya me ya berxwedanê û têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ve diçe û mezin dibe, di roja îro de bi qasî herêmîbûyînê di heman demê de gerdûnî bûye. Em Newroza 2015'an bi destketiyên dîrokî yên li Kerkûk, Kobanê û Şengalê re pêşwazî û pîroz dikin. Ev destketî hemû di nava hemû jin û gelên Rojhilata Navîn de veguheriye hişmendî û daxwaza azadiyê. Pêşengiya li ser bingeha destketî û nirxên di têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê de hatin afirandin, bêyî astengiyan nas bike bi biryar e ku bimeşe. Her Newroz wê vê meşa serketinê gaveke din ber bi serketinê ve bibe. Newroza 2015'an wê bi awayekî zelal nîşan bide ku gelê Kurd bi kombûna li dora Rêberiya xwe re, bi yekîtiyeke xurt a vînê, pêvajoya nû pêşwazî dike.
Gelê me bi heybetî nîşan bide di vê pêvajoyê de, ji bo afirandina çareseriya xwe bi bilindkirina têkoşîna demokratîk re ji rizgariya demokratîk amade ye. Di heman demê de gelên Tirkiyeyê Newroza 2015'an a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi pêş ve bibe, bi coş û hêviyeke mezin pêşwazî dikin.
‘Dê ev Newroz bibe Newroza azadiyê’
Baweriya me ji serketin û hêza kevneşopiya me ya berxwedanê û têkoşîna me ya azadiyê ku çil sal e bi pêşeniya Rêberê me dimeşe, tam e. Ji bo serketina pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêbertiya me da destpêkirin û serketina pêvajoya avakirina jiyana azad, divê em ji her demê bêhtir rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û xebatên xwe bimeşînin. Ji bo me çareseriyeke demokratîk û aştiyeke bi rûmet ancax bi afirandina mercên ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê me dibe. Ji bilî vê ti tişt nayê qebûlkirin û ti tişt nagihêje çareseriyeke rasteqîn û aştiyeke bi rûmet.
Newroza 2015'an wê bibe Newroza azadiya Rêberê me, ewlekirina azadiya gelê Kurdistanê û li ser vê bingehê bi dest xistina statuyê be.
Em bang dikin ku bi xurtî beşdarî Newroza li Amedê ya 21'ê Adarê were kirin, bi awayekî dîrokî û bi heybet xwedî lê were derketin, ji bo avakirina jiyaneke azad û sîstema demokratîk em bang li her kesî dikin ku têkoşîna azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê bilind bikin. Di serî de jin, dayik û ciwanên Kurdistanê ji heft heta heftê salî wê hemû Kurd bi rengên xwe yên neteweyî, bi nirxên xwe yên neteweyî xwe bigihînin Rêbertiya me."
(zt)

