Li Dirbêsiyê ji bo 7 şervanê YPG’ê merasîm

15:56

 


JINHA


DIRBÊSIYÊ - Bi sedan welatî li gel miletên 7 şervanên YPG’ê yên di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Dirbêsiyê merasîmek li dar xistin û 7 şervanê YPG’ê li Goristana Şehîd Rustem cûdî oxirkirin.


Li Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Dirbêsiyê ya Rojava nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên di şerê li heber çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hatin aşkera kirin. Di merasîma oxirkirina şervanên YPG’ê de bi sedan welatî amadebûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Ser navê Desteya Xweseriya Demokratîk Mihemed Hesen bi erebî axaftinek kir û got: “Carekdid şehîdan xwe isbatkirin ku kurd û ereban bi hevre berxwedan kirin, divê em jî ser mîrasên wan paristina cewherî ava bikin.”


 Piştî axaftinan şervanên YPG’ê li Goristana Şehîd Rostem Cudî sipartin axê.


(şe/zt)