‘Heta Rêberê me azad nebe em nasekinin’

09:10

 


JINHA


AMED - Jinên ku ji bo meşvanên azadiyê karê lojistîkê dikin dibêjin: “Em ji bo piştgiriya zarokê xwe û azadiya Rêberê xwe tevlî vê meşê bune heta Rêberê me azad nebe em nasekinin.”


Meşa azadiyê di roja 7’an de ye. Meş tevî hemu zehmetiyan jî didome. Meşvan gav bi gav nêzîkî Amedê dibin. Di lingên meşvanan de birînên kur çêbû ne lê dîsa jî meşa xwe didomînin. Ji xeynî mejvanan hin kes hene ku bi şev û roj ji bo meşvanan karê lojîstîkê bi rê ve dibin û kedek mezin ji bo meşê didin meşandin. Yek  ji jinên ku di meşê de ji bo meşvanan karê lojîstîkê dike jî Makbule Demira ku ji Cizirê bi meşvana re ye diyar kir ku ew wek alikar tevlî meşê buyeû wiha axivî: “Havalê me ketine meşê em jî di aliyê lajîstîkê de alîkarî dikin.” 


‘Em dibêjin êdî bese’


Makbule bi lêv kir ku ew bi vê xebatê jî têr nabîne û dema lingên meşvanan yê perçe perçeyî dibîne dilê wê perçe perçe dibe û wiha got: “Em jî bi şev û roj dixebitin lê dîsa jî wijdanê min ne rehete.”


Makbule got ku ew bi hêviye ku ev meş bibe meşa azadiyê û wiha domand: “Her gund û bajarê ku em têde çun derê xwe ji me re vekirin, cihê xwe vekirin caran cih ji wan re jî nema em sipasiya wan dikin. Çi insanê ku keda wî di vê meşe de derbas biye em sipasiya wan dikin.”Makbule di dawiya axaftina xweda got ku ew dibêjin êdi bese û ji ber ku sebra vî miletî nemaye loma xwîn ji lingê wan tê, naynokê wan hemu şîn bune,teqiyane û lingên wan edab girtine û ex rihê xwe jî di ber van meşvanan de bidim dilê min ne rehete.”


‘Heta Serokê me azad nebe em nasekinin’


Zeynep Tanboga ya ku li gel kurê xwe ji Slopî tevlî meşê buye diyar kir ku ji ber ku tansiyona wê heye tevlî meşê nebû ye û di nav karê lojistîkê de cih girtiye û wiha axivî: “Em ji bo piştgiriya zarokê xwe tevlî vê meşê bune heta Serokê me azad nebe em nasekinin.”  Zeynep got ku çi bibe bila bibe ewjî pey azadiya Serokê xwe venagerin û çi ji wan bê wê bikin û ev tişt got: “Meş ji min nehat, min jî got çi jimin bê ezê bikim.” Zeynep sipasiya xwe ji gelê Botanê heta Amedê anî ziman û wiha got: “Em gelek ji miletê xwe memnunin. Em gihiştine kîjan deverê tevlîbûnû alikarî çêbun e.”


(ma/zt)