Li Amedê îdiaya jinekê întihar kiriye
11:09
JINHA
AMED – Hat îdia kirin ku jina Êzidî Heyfa Simoki ya 19 salî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şenglê koçî Amedê kirî întihar kir. Girêdayî mijarê KCD’ê ji bo tevlîbûna merasîma cenaze bang li hemû têkela xwe kir.
Ji jinên Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji ser axa xwe ji Şengalê koç kirine û li Herêma Fidanligê ya Amedê dijîn hat îdea kirin ku Heyfa Simoki ya 19 salî întihar kiriye. Hîna di derbarê bûyerê de agahî nîne, cenazeyê Heyfa rakirine Fakulteya Tibê ya Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê.
Girêdayî mijarê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê daxuyanî da û bang li hemû têleka xwe kir ku beşdarî merasîma cenaze bibin.
Hat zanîn ku piştî merasîma cenaze li kampê hat kirin, dê cenazeyê Hayfa bibin bajarê Duhokê yê herêma Federala Kurdistanê.
(zt)
