Ji bo zarokan diyariya Newrozê; Zarok TV

11:35

 


JINHA


AMED -  Kanala zarokan a Kurdî ZAROK TV ku li Amedê weşanê dike û amadekariyên wê demeke dirêje didome di 21’ê Adarê de dest bi weşanê dike. Koordînatora Giştî ya Zarok TV’ê Dîlek Demîral têkildarî xebatên TV’ê de agahî dan


Koordînatora Giştî ya Zarok TV’ê Dîlek Demîral têkildarî xebatên TV’ê de agahî dan û anî ziman ku Zarok TV di tîrmeha 2014’an de dest bi weşana xwe ya test kiriye û diyar kir ku ew ê rpja şemiyê ango 21’ê Adarê wekî diyariya Newrozê ji bo zarokan dest bi weşana xwe ya asayî bikin.  Agahiyên frekansa televîzyonê wiha ye; Freqans: 12605, Polarizasyon: Vertical û 


Sembol: 27500. Koordînatora Giştî ya Zarok TV’ê Demîral Zarok TV’ê destnîşan kir ku  ji ber naverokên weşanên Zarok TV’ê ji aliyê kesên pispor ve tên amadekirin dibe qonaxeke girîng û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Televîzyona me wê hewl bide ku hem bi rola hînkirinê hem jî bi ya kêfxweşkirinê rabe û vê yekê jî bi Kurdî bike da ku ji bo malbatên zarokan jî di warê zimanê dayikê de bibe alîkar. Malbatên zarokan wê bi dilekî rehet bikarin televizyonê bi zarokên xwe bidin temaşekirin, ji ber ku zarok bi van weşanan hem wê kêfxweş bibin hem jî xwe bi pêş ve bibin. Di ZAROK TV’yê de zarok wê cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê kefş bikin, sir û razên gerdûnê hîn bibin û bi tenê bi bikaranîna alavên navmalê dê hînî gelek behremendiyan bibin.”


Bernameyên dewlemend


Dîlek bal kişand ser ku dê Zarok TV bi bernameyên gelekî dewlemend dest bi weşanê bike û ev tişt li axaftianx we zêde kir: “Gelek xêzefîlmên wekî Şînok, Sifinc Bob, Gumball, Adventure Time ku li hemû cîhanê ji aliyê zarokan ve bi kêf û kelecanê têne temaşekirin, televîzyona me derfeta temaşekirina wan a bi Kurmancî û Kirmanckî jî dide zarokên Kurdan. Her wiha em bi xwe jî bernameyan ji bo zarokan amade dikin; yek ji wan Zarokistan e ku zarok têde çand û dîroka herêma xwe hîn dibin. Yeke din Dora Te ye; di vê bernameyê de jî ji erdnîgariyê bigirin heta felsefeyê zarok wê hînî gelek mijaran bibin. Di Hunerên Destan de jî zarok wê destkariyên xwe bi hevalên xwe yên li ber ekranan re parve bikin.”


Bermaneyên kırmanckî


Yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ê ZAROK TV weşana bernameyên bi zaravayî Kirmanckî ye. Têkildarî weşana bi kirmanckî jî Dîlek ev agahî parve kirin: "Televizyona me di tevahiya cîhanê de di warê weşana bi kirmanckî de dibe pêşeng û bi Kirmanckî (Zazakî) bernameyan amade dike, dublaja gelek xêzefîlmên binavûdeng bi Kirmanckî jî çêdike û ji bo pêşvebirina Kirmanckî bi roleke girîng radibe. Televîzyona me wê bi naverokên bernameyên xwe yên dîtbarî hewl bide ku zarok bibin xwedî feraseteke lêpirsîner û pirsyarker. Her wiha bi bernameyên xwe ji bo hînbûnê hawireke bikêf dê amade bike û di vî warî de jî di nav kanalên Kurdî de wê bibe yekemîn.”


 ‘Dê bibe çepereke li dij asîmilasyonê’


TÊKILDARÎ armanc û hedefa sazkirina televizyona zarakon a bi zaravayên kurdî de jî Dîlek bi îdîa axivî  ku ew ê ku bi malbatan re ji bo hindekarî û perwerdeya zarokan bibin alîkar û Hedef û armanca xwe bi van gotinan bil êv kir: "Ji bo polîtîkaya weşanê armanca me ya sereke ew e ku em ji bo zarokan bi zimanê wan ê dayikê cîhaneke tijî zanîn biafirînin û ji dîrokê bigirin heta felsefeyê gelek qadên zanistê bi zarokan bidin hezkirin. Baweriya me ew e ku bernameyên me ji bo ku zarok cîhanê kifş bikin û pê bizanin wê bibin pêpelûkeke sûdewar. Em pê bawer in ku di bernameyên me de dê her kes bikare ji xwe re tiştekî peyda bike. Armanca me ew e ku em alîkariya malbatan bikin da ku bikarin ji zarokên xwe re navgînên medyayê yên perwerdekar û sûdewar peyda bikin.”


(aw)