Ji destpêkê haye roja îro Newroz
12:08
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED – Di salên 1990’an de gelê kurd ji bo pîrozbahiyên Newrozê bedelên giran didan, lê tucarî dest ji pîrozbahiyên cejna Newrozêbernedan. Jinên Amedê diyar kirin kul i hember şertên zor wan Newroz pîrod dikirin û wiha gotin: “Berê destur nedidan kes beşdarî cejna Newrozê bibin. Di şertên zor de me newroz pîroz dikir. Niha jî bi qedexekirina kincên me yên netewî dixwazin me ji çand û nirxên me biqetînin, lê bi ser neketin û dê bi ser nekevin.”
Newroza ku her sal di 21’ê Adare de tê pîroz kirin, îsal jî bi çoşeke mezin hat pêşwazî kirin. Li gel hemû îşkence û zextên salên 90’î yên OHAL’ê jî gelê kurd tim Newroza xwe pîroz kirin û heya roha îro anîn. Jina bi navê Leyla Aslan ku li Amedê dijî der barê Newroza ji destpêkê heya roja îro tê pîrozkirina de axivî. Leyla diyar kir ku beriya hefteyekê ji bo amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê, gelo dê çi lixwe bikin, amadekerî dikirin û bi coşa wê radizan û radib ûn.
‘Ew agir bersiva dijmin bû’
Leyla anî ziman ku wan dizanî ji bo pîrozbahiyên Newrozê dê bên asteng kirin û wiha got: “Ligel vê yekê me kincên xwe li xwe dikirin û em diçûn Newrozê. Di salên 90’î de dewletê destûr nedida ku em Newrozê pîroz bikin. Ji ber vê yekê rastî gelek zextan hatin. Gelê kurd berê di şertên gelek girande Newroz pîroz dikirin. Her ku wan bi panzêran êrîşî me dikirin, hirsa me ya pîrozkirina Newrozê zêdetir dibû. Mirovên ku tenê ji ber Newroz pîroz kirine, rastî cezayê muebetê hatine.”
Leyla da zanîn ku agirê ku wan pêdixist agirê têkoşîn û berxwedanê bû û wiha bi lêv kir: “Agirê ku me pêdixist di haman demê de bersiv dayîna dijmin bû. Ez hêvî dikim ku ev Newrozê dê me ber bi azadiya Rêbertiya me ve bibe.”
Newroz bû zekiye
Jina bi navê Sabîha Yildirim jî destnîşan kir ku pîrozbahiya Newrozê ya herî bi êş di sala 1992’yan de bû û wiha axivî: “Herî zêde me di Newroza sala 1992’yan de şehîd dan. Serhildanên li Cizîr û Nisêbînê bandora xwe haya vir jî nîşan da. Li gel hemû pêkûtiyan me agirê Newrozê pêdixist. Ji bo ku hemû kes hêza gelê kurd bibînin. Tu hêzî nekarî pêşiya pêxistina agirê me bibe asteng. Me bedelên pir mezin da, lê kesekê nekarî me ji rêya me vegerine. Newroz di bedanan de jîn da, bû Rahşan û Zekiye. Mîrasê ku wan ji me re hiştiye, ji bo ku em teslîmê dijmin nekin me soz daye.”
Sabîha di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya wan de serê me bilinde. Em ê îsal jî bi coşekê mezin Newrozê pîroz bikin. Bi vê boneyê ez Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim.”
(aw)

