Wan ji pêxistina agirê Newrozê re amadeye
12:43
JINHA
WAN – Ji bo Cejna Newrozê ya ku dê li pesarên Kelha Wanê bê pîrozkirin ji niha de bi hezaran welatî diherikin qadê. Ji serê sibê de li gel barîna berfê welatî bi kincên xwe yên netewî diherikin Qada Newrozê. Meşa Meclisa Jinên Ciwan ya DBP’ê jî ji Konala Hunerê despêkir.
Wan bi duruşmên weke “Dê agirê şoreşê yê ji Koban û Şengalê bilind dibe Rojhilata Navîn azad bike”, “Êdî bes ji Rêber Apo re azadî” û duruşma KJA yê ya "Bes peyam û axaftin! Em Reber Apo dixwazin" ji pêxistina agirê Newrozê re amadeye. Qada Newrozê bi renga reng hatiye xemilandin. Ji serê sibê ve welatî bi kincên xwe yên netewî diherikin qadê. Li qadê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, alayên KJA, PKK û HDP’ê hatin rakirin.
Jinan bi kincên xwe yên netewî qad dagiritin
Welatiyên qada Newrozê dagirtin posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK, YPG, KJK'ê vekirin. Li qadê wêneyên Şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann ( Avaşîn Tekoşîn Guneş) ya di nava YPJ'ê de li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hate daliqandin. Li qadê nepoxên kesk, sor û zer hatin daliqandin û qad vegerandin deryaya rengan. Li ser dika qadê pankarta "Êdî bes e ji Rêberê Apo re azadî", posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, alên KJK, YPG û PKK'ê hatin daliqandin. Li qadê konê tendûrîstiyê, stantên pirtûkan, xwarin û gelek amûrên din hatin danîn. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Be Serok jiyan na be”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin jiyan azadî” tên berzkirin.Welatî li gel hewayê sar bi staran govendê digirin.
(zt)

