Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan anîn Rihayê

13:24

JINHA


RIHA - Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) di operasyona azadkirina gundê Cadê de jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê.

Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê Pêngava Azadkirina Kobanê da destpêkirin û gelek gund hatin azadkirin. Şervanê YPG/YPJ'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) di 12'ê adarê de li gundê Cadê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dag ji hêla rêveberên Kantona Kobanê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbatê û rêveberên MEYA-DER'ê kirin. Cenazeyê Dag birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Piştî otopsiyê cenazeyê Dag dê radestî malbatê were kirin û ji bo definkirinê bibin gundê Memika yê Stewra Mêrdînê.

(zt)