Li her aliyê Rihayê agirê Newrozê

14:14

 


JINHA


RIHA – Li navçeyên Sêwerek, Serêkaniyê û Hewangê yên Rihayê bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kir û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.

SÊWEREK 

Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê bi hezaran welatiyan li qada Newrozê ya li ber riya Amedê Newroz pîroz kirin. Serê sibê welatî bi komî ber bi navê ve heriqkîn. Bi deh hezaran welatî bi kincên gelerî herema Karacadagê kirin deryaya rengan. Li alê alên PKK, KCK, YPG, TEVDEM, HDP, DBP'ê hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê welatiyan dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Şehîd namirin” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin. Pişt re hevserokên HDP û DBP'ê agirê Newrozê hilkirin. Pişt re Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Sêwerekê Îsmaîl Kaplan axivî û diyar kir ku gelê kurd bi berxwedanê hatin ber asta azadiyê û wiha got: “Em bi saya şehîdên xwe hatin van rojan û em ji wan re mitedar in. Em dê şopdarên van bin. Bi mîlyonan kesên derketin qadan azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan dixwazin. Em ji li vir wan silav dikin."


SERÊKANΠ

Lı navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî cîhê prîozbahiyê pazara semta taxa Yenî bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navendan û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Bi hezaran welatî bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û PKK'ê hatin daliqandin. Li qadê pankartên “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" û "An azadi an azadi” hatin daliqandin. Bi hezaran welatin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jîyan Nabe” û “Disa disa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin. Piştî rêzgirtinê sruda "Bijî Rojava" hate xwendin. Pişt re agirê Newrozê hate hilkirin. Li ser navê komîteya amadekar Şeref Atay gel silav kir û Newroz pîroz kirin. Endamê Meclîsa DBP'ê Salîh Sagiş jî welatî silav kirin û wiha got: "Newroz Kurdistan e. Newroz Îmraliye. Kurdan mirin, sirgûn qebûl kirin lê tu caran koletî qebûl nekirin. Îro cejna berxwedana me ye." Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku li ber serê wan komplo pêk tên û wiha got: "Li Serêkaniyê di sondiqoan de gelek komplo hatin kirin. Em ev komplo vala derxistin. Em dê ji îro şunda serferber bin. Em dê bi hemû hêza xwe bixebitin." Piştî axaftinan Yusuf Roman derket ser dikê û bi stranên xwe Newroz pîroz kir.

HEWANG

Li navçeya Hewangê jî pîrozbahiya Newrozê li qada PTT'ê pîroz kir. Bi hezaran welatî bi kincên gelerî serê sibê ber bi Qada Newrozê ve herikîn. Li qadê pankartên "Welat bi berxwedanê ava dibe", "Di xeta serokatiyê israr di serkeftinê de israr e", "Êdi bese ji Rêber Apo re azadi" û "Azadiya te azadiya me ye" hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç, Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ridvan Yavuz, komîteya amadekar û rêveberên navçeyê gel silav kirin.Piştî re Hevşaredara Navçeyê Fatma Dogan axivî û bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Pirsgirêka kurd tuneye" dan û wiha got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka dewletê derxistî ye. Dewletê li Roboskî, Newala Qesaban û gelek cihên din komkujî pêk anîn. Nasname û zimanê kurdan qedexe kir, bi hezaran gund şewitandin û zilim kir." Fatma anî ziman ku êdî kurd ji tu kesî ji bo çareseriya pirsgirêkan destê xwe venakirin. Hevşaredar Zeynel Taş jî diyar kir ku sala 2015'an dê bibe sala azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 

Piştî axaftinan koma muzîkê ya Navenda Çandê ya Elî Temel derket ser dikê û bi staranên xwe girse coşand. Ligel baranê bi hezaran kesan bi staranên komê govend girtin. Pişt re hunermend Armanc derkest ser dikê. Pîrozbahiyê bî dirûşmeyên "Biji berxwedana Kobanê", "Biji YPG/YPJ", "Biji Serok Apo" û "Be Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(kom/zt)