Heyeta Toulousa serdana KJA'ê kir

14:27

 


JINHA


AMED - Heyeta Toulousa ya Aştiyê ji bo Newroza dirokî hatî Amedê çûn serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) yê.

Heyeta Aştiyê ya ji Toulousa Fransa ji bo Newroza dîrokî hat Amedê çûn serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) û bi jinên KJA'ê re hevdîtin pêk anîn. Heyta Toulousa ji aliyê Lijneya Rêveber ya KJA'ê Yuksel Baran û Ozlem Yalat ve hat peşwazîkirin. Di hevdîtinê de li ser mijarên avabûna KJA û berxwedana jinên têkoşer yên li rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin axaftin hatin kirin. Heyeta Toulousa bi munasebeta piştgiriya bi gelê Kobanê re xwestin biçin Pirsûsê lê belê ji aliyê dewleta tirk ve hatin asteng kirin. Heyet niha ji bo peyama dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine Amedê.

Piştre Heyata Toulousa dê serdana Kongra Civaka Demokrtîk (KCD), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KESK'ê bikin.

(kom/zt)