TGS: Bila Star Tv ji rojnamegerên jin lêborînê bixwaze

14:44

 


JINHA


STENBOL – Jinên Rojnameger kameravanê ku bêmafiya gotin û fîzîkî li jinên rojnameger kirî protesto kirin û bang li Star Tv yê kirin ku ji jinan lêborînê bixwazin û gotin: “Dê bûyerên wiha yên şidetê nikarin me bêzar bikin.”


Komîsyona Jinê ya TGS’ê kameramanê Star TV ê kul i hemberî nûçegihanên DÎHA’yê Zuhal Atlan, nûçegihana ETHA’yê Nur Yucel û nûçegihana Bianetê Beyza Kural şîdeta fîzîkî û devkî pêk anî li ber avahiya Star Tv a Maslakê şermezar kir. Di çalakiya ku nûçegihanên DÎHA, ETHA, Bianet, ÎMC, Ozgur Gunden, Ozgur Gelecek û Ozgur Gençlikê jî piştgirî dan de pankarta “Li malê, kargehê, kolanan û di çapemeliyê de ji şîdeta zilaman re na” hate vekirin. Rojnamgerên jin dowîzên “Tu dema ku em bi hêrs dibin me bibîne”, “Star TV ji jinan lêborîna xwe bixwaze” û wêneyê kameramanê zilam ê ku şîdet bi kar anî hatin hilgirtin. Di çalakiyê de li ser navê Komîsyona Jinên ya TGS’ê Duygu Ergen axivî. 

‘Ev tiştên ku hatine jiyîn ne cara yekem e’


Duygu diyar kir ku jin li kolan, kargeh û li malê rastî şîdeta zilaman tên û herî dawî di 13’ê Adarê de nûçegihanên DÎHA, ETHA, Bîanetê dema ku çalakiya kedkarên tenduristiyê dişopandin kameramanê Star TV’ê kulma xwe ji nûçegihanên jin re rakiriye li ser pirsa “wateya kulmê çi ye” bersiva “ma dema zilam bi hêrs dibin dê çi bikin” daye û wiha berdewam kir: “Nûçegihanê ku em navê wî nizanin wekî sedema kumla xwe zilamtiya xwe nîşan da, şîdet bi zilamtiya xwe ve îfade kir. Ev tiştên ku hatine jiyîn ne cara yekem e. Dema ku em rojnamegerên jin nûçeyan dişopînin rastî şîdetê tên zayenda vê şîdetê jî heye. Gelek caran ev şîdeta ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê bikaranînin çi heyf e ku dem bi dem jî ji aliyê hempîşeyên me ve tê bîkaranîn. Em rojnamegerên jin bi kamera, cihazê qeydê, pênûs û bi jintiya xwe ve li her derê ne. Em dixwazin kameramanê Star Tv ê zilam û hemû kesên ku xwedî heman ferasetê ne vê feraseta xwe derbas bikin.”


Duygu bang li Star TV kir û xwes ji jinan lêborînê bixwaze û wiha got: “Ev bûyerên ku rojnamgerên jin her tim rû bi rû dimîni tê caran mê bêzar neke. Em ê li malê, kolanan û kargehan li her derê li dijî şîdetê û desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin.”


Çalakî piştî ku daxuyanî qediya bi dirûşman bi dawî bû. 


(zt)