Li qontara Çiyayê Cudî agirê Newrozê bilin bû

15:24

 


JINHA


ŞIRNEX – Li Silopiya welatî bi rengên xwe yên bûharê ber bi quntara Çiyayê Cudî ve herikîn û agirê Newrozê pêxistin.


Li navçeya Silopî ya Şirnexê, Cejna Newrozê ya bi şîara "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" bi beşdariya deh hezaran kesî li qada Newrozê ya di qontara Çiyayê Cudî de ye dest pê kir. Serê sibehê hemwelatiyên ku bi gelecana pîrozbahiya Newrozê şiyar bûn, pêşî li taxan li ber def û zirnê govend gerandin. Di serî de taxa Zapê û gelek taxan hemwelatî bi kinc û bergên xwe yên netewî û kincên tê gotin "Leşkerî" bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" li hev kom bûn, bo coşek mezin govend gerandin. Ji hêla Şaredariyê ve bi wesayîtan hemwelatiyan dikşandin qada pîrozbahiyê, gelek hemwelatî jî kom bi kom ji taxan heta qada pîrozbahiyê meşiyan. Bi hezaran kesên ku bi kinc û bergên netewî ji taxa Zapê heta qadê meşiyan, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala PKK'ê ya bi deh metreyî hatibû hilgirtin heta qada pîrozbahiyê ya di qontara Çiyayê Cudî deye meşiyan. 

Qada pîrozbahiyê ji hêla hemwelatiyan ve ewlehî tê girtin û piştî ser lêgerînê dikevin qadê. Li qadê ku hêj bi seatan mabû bername destpê bike bi hezaran kes li ber def û zirnê govend gerandin. Li ser dikê panqarta ku wêneyê Ocalan li ser "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" hatî vekirin, li derdora qadê jî wêneyên pêşeng û şervanên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê yên ji Silopî ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Li qadê di demek kurt de hejmar gihişt deh hezaran kesî, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û ji bo azadiya Ocalan tên berz kirin, di Çiyayê Cudî de deng vedide. Li qadê jinan ku weke sembola çanda herêma Botanê ye teşiyê dirêsandin bal kişand. Bernameya pîrozbahiyê bi sirûda "Ey reqîp" deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.


Parlementerê HDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan, endamê PM'ê ya HDP'ê Nazim Kok, hevşaredar û hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê rêxistinên civakî yên sivîl û bi deh hezaran kesên beşdar bûn dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştre koma muzîkê ya heremî Koma Welat derket ser dikê û bi stranên xwe girseyê coşandin. Piştî kesên tevlî pîrozbahiyê hatin nasandin, hevşaredar û hevserokên rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê her yekî axaftinê kirin û cejna gelan pîroz kirin. Pêşî tîmên futbolê yên ku di "Turnuvaya Pêşbaziya Futbolê ya Newrozê" de biser ketin, ji hêla parlement û hevserokên hevşaredar, hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê ve hat dayîn. Piştre, Parlementerê HDP'ê Hasîp Kaplan dest bi axaftinê kir û cejna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû gelan pîroz kir.


Hasîp, diyar kir ku Serokomar Erdogan û rayedarên hikumeta AKP'ê siyaseta derewê dimeşînin û wiha got: "Erdogan her çiqas li balafirê siwar dibe, dest bi siyaseta derewînê dike. Carina dibêje 'pirsgirêka kurd pirsgirêka min e' carina dibêje 'pirsgirêka kurd tune ye'. Îro li hemû cîhanê roj tê girtin lê li Tirkiyeyê jî li Enqere aqilê Erdogan û rayedarên dewletê tên girtin. Ji ber vê yekê dê gelê me di 7'ê hezîranê de hewaya lastîken Erdogan û AKP'ê bifisîne û dê dawî li derewên wan bîne." 



Piştî axaftina Kaplan, hunermend Denîz Deman derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Pîrozbahiya Newrozê ya Silopî bi konserên Koma Gulên Xerzan û Koma Agirê Jiyan bi coşek mezin didom e. 


 (fs/zt)