Hevserok Nezîre Gewriye: Ivana Hoffman vegot
08:57
Zinarîn Aydîn/JINHA
AMÛDÊ - Di 7'ê adarê de, Şervana MLKP Ivana Hoffmann ( Avaşîn Tekoşîn Guneş) di şerê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yê ku li ser herêma Xabûr de jiyana xwe ji dest dabû. Hevseroka Meclisa Kanûnsaz ya Ameûdê Nezîre Gewriye axivî û got: "Ew ji bo me dê her dem bibe mînaka tekoşîna azadiyê."
Şervana MLKP Ivana Hoffmann ( Avaşîn Tekoşîn Guneş) ku bi xwe ji Afrîqî ye, di sala 1995'an li welatê almanya hatiye dunyayê û li wir mezin bûye. Cihê xwe di nava Partiya Markisîst Lenînîst ya Komîntîst (MLKP) de digirt. Beriya şeş mehan ji bo tevlî şoreşa Rojava bibe kete ser rê. Li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yê li ser heremên Xabûr bi daxwaz û helwestek di eniya pêş de cihê xwe girt. Di 7'ê adarê de di encama şerekê de jiyana xwe ji dest da. Li ser wetaya tevlîbûna Ivana ya Şoreşa Rojava Hevseroka Meclisa Kanûnsaz ya Ameûdê Nezîre Gewriye axivî.
'Ivana ji bo jinên şoreşger mînake'
Nezîre diyar kir ku Icana ji bo li hember hovîtiya DAIŞ'ê şer bike hatiye Rojava û weha domand: "Ivana li hemberî fikra qirêj ya DAIŞ'ê ji bo azadiyê jinê şer bike. Kesayetên weke Ivana nemirin û herdem di dil û wijdanê me de ewê jiyan bikin. Ne ji fedekariya wan bana me dê niha li vir jiyan ne kirbana. Ivana weke jinek şoreşger ji Ewrûpa hat ji bo ku li hemberî hişmendiya DAİŞ'ê şer bike. Ev helwesteke ku mirov jê re heyran dimîne. Ew mînakeke ji her jineke ku tekoşînê di ber zayend , rûmet û azadiya xwe de dike. Li hemberî tevayî êrîşên ku hebûna jin û îradeya wê tehdîd dike, disekine."
'Wê jî dizanî bû ku hişmendiya DAİŞ weke nexweşiyeke penceşêrê ye'
Nezîre got ku li gel Ivana li welatên Ewrûpa jiyan dikir jî ew hat û li hemberî DAIŞ'ê ser axa Rojava şer kir û jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Ivana jî dizanî bû ku hişmendiya DAİŞ'ê weke nexweşiyeke penceşêrê ye ku tehdîdeke li ser tevayî welatan û miletan dide çêkirin. Ji ber hişmendiya DAİŞ pê tev digere sînoran ji bo xirakirinê û talankirinê nas nake, di cewherê hişmendiya wan de wêran û tinekirin heye. Avaşîn jî weke jinekê xeteriya vê hişmendiyê bi taybet li ser jin hîs kiriye. Ji ber em dizanin ku bîrdoziya DAIŞ'ê herî zêde bîrdoziyeke li hemberî azadiya jinê ye."
'DAIŞ serkeftinên jinan hazim nake'
Nezîre destnîşan kir ku DAIŞ dixwaze jinê vegerîne jiyana serdemên navîn û wiha berdewam kir: "Di êrîşên wanî li ser jinan li Musul û Şengalê di pazaram de firotina jinan ev nêzîkatiya wan li hemberî jinê ku dixwazin pêşketinên jin gihiştinê vegerînin berî hezarê salan, hîn zêdetir eşkere bû. Di demeke jin li kantonên Rojava pêşengiya şoreşê dikin de dixwazin van pêşketinan ji destê jinê bigirin û wan bê vîn bihêlin. Di nava tevayî qadên tekoşînê de jinê îsbat kir ku dikare parastina hebûna, rûmet, ax û gelê xwe bike û di vêna de jî gelek serkeftinan li dar dixe. Hişmendiya DAIŞ'ê jî li hemberî pêşketina jin û çelakbûyîna wê di mecalên çandî, civakî û siyasî de ye. Ew dixwaze jin bi kiryarên xwe bişkînin û têxin bi zextên kevneşopiyên paşveru de."
'Şoreşa Rojava di cewherê xwe de şoreşa azadiyê ye'
Nezîre wiha berdewam kir: "Ev jî dide nîşandan ku şoreşa Rojava di cewherê xwe de îro ji bo tevayî jinan şoreşeke ya azadiyê ye. Ji ber îro li Rojava sistemeke nû tê avakirin, ev sistem li ser esasê sererastkirina pîvanên civakî yê ku heya niha li hemberî azadiya jin û îradeya wê dihate jiyankirin. Avaşîn jî lêgerên xwe yê azadiyê li vir dît û ji ciheke weke Ewrûpa ku xwe welateke demokratîk, xwedî pîvanên wekhev û azad, ciheke ku refahiyetê dide civaka xwe, lê avaşîn ji xwere tevlîbûna tekoşînê li vir hilbijart, û tevlî eniyên şer bû. Careke din ez bi rêzdarî wê bi bîr tînim û bejna xwe li ber ditewînim û dibêjim ku ewê herdem ji bo me mînaka tekoşîna azadiyeke mirovatiyê be."
(za/zt)
