Meşvanên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Newroza Amedê ne

14:18

 


JINHA


AMED  – Meşa ku gelê Botanê ji navçeya Cizîrê meşa “Ji Ocalan re azadî” dan destpêkirin piştî hefteyeke gihîşt Amedê û meşvanên azadiyê li qada Newrozê ne. 

Meşa ku gelê Botanê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşa “Ji Ocalan re azadî” doja şemiyê dan destpêkirin piştî hefteyeke gihîşt qada Newroza Amedê. Meşa ku bi beşdariya 600 welatiyên ji Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex û navçeyan dan destpêkirin û di nav de parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz, hevserokên HDP û DBP’ê, xebatkarên rêxistinên sivîl ên civakî jî hene ro jbi roj zêde bû gihîşt 2 hezar kesan. Meşvanan ji 7 rojên meşê 4 roj di bin baranê de derbaskirin û ligel baranê meşiyan, ligel hemû zor û zehmetiyan ji bo bigihîjin armanca xwe meşiyan. Di meşa ku piraniya wan ciwan bûn de jin, zarok, kal û pîran jî cihê girtin. 

Meşvanên azadiyê li ser rê ji aliyê gel ve li her herê bi heybet hatin pêşwazîkirin û herî bi heybet j îli navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê pêk hat. Meşvanên ku duh ji navçeya Çinarê ya Amedê derketir rê di roja 7’emîn de gihîştin Amedê û şev li malên gel man. Meşvan serê sibehê jî li avahiya Midûriyeta Îkmalê ya Makîne ya Şaredariya Rezan kom bûn wekî ku ev 7 roj in pêk tînin kortej ava kirin û bi pankarta “Botan ber bi azadiya Rêber Apo ve dimeşe” vekirin û ber bi qada Newrozê ve meşiyan.

Meşvanan di meşê de di rê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” ve hatin pêşwazîkirin û li bendê ye li ser navê meşvanan kesek li ser dikê axaftinê bike.

(sa)