Li Kobanê despêkê YPJ’ê agirê Newrozê pêxist

14:42

 


JINHA


KOBANÊ  – Li Kobanê pîrozbahiya Newrozê ji ber ewlehiyê li qada daristanê ya girê rojavayê bajarn dest pê kir. Di pîrozbahiya ku 2 hezar peywirdarên asayîşê cih digirin de li girên heyî jî şervanên YPG û YPJ’ê yên robetê digidir agir pêxistin û Newrozê pîroz dikin. 

Li Kobanê ya ku bi berxwedaneke bêhempa ya dîrokî li dijî çeteyên DAIŞ’ê nîşan da azadiya xwe bi dest xist pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Cihê pîrozbahiyê berê girê Miştenurê hatibû diyarkirin lê ji ber ewlehiyê gel li daristana rojavayê bajar Newrozê pîroz dike. Li qadê 2 hezar peşwirdarên asayîşê cih digirin û şervanên YPG û YPJ’î j îli giran nobetê digirin. Welatiyên Kobanê ji noqteyên kontrolê yên ku ji aliyê asayîşê ve hatiye danîn derbas dibin û tevli coşa qada Newrozê dibin. Ligel baranê jî welatî diherikin qadê. Li qadê pankartên wekî “Newroza 2015’an pîroz be” “Êdî bes e ji rêber Apo re azadî” wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan ê bi 3 darikên kibrîtê li zindana Amedê Newroz pîroz kir, Arîn Mîrkan a ku di berxwedana Kobanê de bû efsane, dîsa wêneyên gelek şervanên YPG, YPJ û MLKP’ê ya li ser “Bi berxwadana Mazlum, Arînan ber bi Rojavaya xweser û Sûriyeya demokratîk” nivîsandiye hate daliqandin û alên YPG, YPJ, YPD, TEVDEM’ê jî li qadê hatin hilgirtin. 

Hêzên asayîşê qada pîrozbahiyê dorpêç kirine û li girên dora bajar şervanên YPG û YPJ’ê yên nobetê digirin jî bi agirê Newrozê ya pêxistin dest bi pîrozbahiyê kirin. Herîkina welatiyên Kobanê ya ber bi Kobanê didome. Serokê Kantonê Enver Muslîm, Hevseroka Meclîsa Gel Ayşe Efendî, rayedarên kantonê, radeyadêr TEVDEM û YPD’ê jî hatin qadê û bi gel re govend digerinîn. 

(sa)