Li Çinarê 4’emîn mirinên keçên ciwan yên bi gûman
15:22
Adar
21
/ 2015
JINHA
AMED - Li taxa Yaprakbaşiyê ya Çinarê hat îdiakirin ku jina ciwan Zozan Suruç (17) bi tifingê xwe kuştiye.
Li taxa Yaprakbaşiyê ya Çinarê ya Amedê hat îdiakirin ku jina ciwan Zozan Suruç (17) hefteyek berê nîşanî bibû bi tifingê xwe kuştiye. Hat ragihandin ku di nava 3 mehan de ji 4 jin tê îdiakirin ku xwe kuştine yek jê jina ciwan Zozan. Li gorî îdiayan Zozan bi tfinga bavê xwe gule bera serê xwe daye û xwe kuştiye.
Cenzayê Zozan ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Amedê û piştî otopsiyê cenaze radestî malbatê were kirin. Tê payîn ku cenaze li taxê were definkirin.
(zt)

