Di Newrozê de ‘roja’ Abdullah Ocalan
15:56
JINHA
AMED – Newroza Amedê bi beşdariya milyonan bi keçecan berdewam dike. Li gel hewaya sar û baranê dema ku Peyama Birêz Abdullah Ocalan hat xwendin derketina rojê balkêşbû. Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah derket dikê û diyar kir ku tu hêz agirê Newrozê qels nakin û wiha got: "Riya çareseriyê riya siyaseta demokratîk û aştiyê ye. Riya Birêz Abdullah Ocalan daye dest pê kirin e." Hevseroka KCD'ê Selma Irak jî diyar kir ku sînorên îro di navbera gelan de hatin xîzkirin ji holê hatine rakirin û wiha got: "Jin û ciwanan li Kobanê serê xwe bilind kirin û ji hemû gelên cîhanê re bûn hêvî."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi kurdî axivî û hemû gel silav kir û silavên xwe ji Kobanê, Şengal û çar parçeyên Kurdistanê re şandin. Gultan anî ziman ku ew hêvî dike ku Newroza 2015'an bibe vesîleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî diyar kir ku bila hemû kes dengê Amedê bibihîzîn û wiha got: "Em silavên xwe ji Şengal, Kerkuk, Hesekî û hemû Rojhilata Navîn re dişînin. Newroza 2015'an Newroza Kobanê ye. Em li paytexta Kurdistanê bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Newroz cejna herî pîroz a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Em dê di Newroza 2016'an de Rêberê Apo pêşwazî bikin."
‘Emê li hemberî hemû êrîşan bi berxwedana Kobanê û Pirsûsê rawestin’
Pişt re Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah dest bi axaftinê kir. Asya bi pîrozkirina Newrozê dest pê kir. Asya di serî de Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan, gelê kurd, dostên kurdan û tevahî cîhanê pîroz kir. Asya ew di kesayetan şehîdên Newrozê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de hemû şehîdên gelê kurd bibîranîn. Asya diyar kir ku Şoreşa Rojava Şoreşa mirovahiyê ye û wiha got: "Em hemû şehîdên Kobanê, şehîdên enternasyonal ên di berxwedanê di jiyana xwe ji dest dan bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em hemû malbatên şehîdên enternasyolan silav dikin û silavên xwe ji wan re pêşkêş dikin. Em hemû kesên duh di êrîşa li Hesekî de jiyana xwe ji dest dan bibîrtîn û ji kesên birîndar re şîfayê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane tu hezê nikarin pêşketin, berxwedan û şoreşa me ranawestîne. Em dê li hemberî hemû êrîşan bi berxwedana Kobanê û Pirsûsê rawestin. Berxwedana Kobanê û Pirsûsê hêz daye hemû gelê kurd û tevahiya mirovahiyê. Ji ber vê yêkê ez Newroz hemû şervanên niha li Kobanê, Hesekî, Kerkûk, Serêkaniyê û tavahiya Kurdistanê di eniya şer de ber xwe didin pîroz dikim. Ez Newroz şervanên destkeftiyên kurdan diparêzin pîroz dikim."
‘Riya çareseriyê pêvajoya Rêberê Apo daye dest pê kirin e’
Asya anî ziman ku li Rojhilata Navîn rewşekî gelek xirab û êrîşên hovane li ser gelan û bi taybet jî li ser kurdan pêk tên. Asya da zanîn ku ji ber vê yêkê riya çareseriyê, siyaseta demokratîke riya aştiyê, biratiyê û diyalogê riya Rêberê Apo daye dest pê kirin e û got: “Riya çareseriyê pêvajoya Rêberê Apo daye dest pê kirin e. Divê hemû hêzên alîgirên çareseriyê û demokrasiyê piştgiriyê bidin pêvajiya çareseriya demokratîka a li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê."
Asya balkişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava bi projeya Xweseriya Rêveber bûye hêza parastina hemû gelan û jiyana hevbeşa Suriyeyek Demokratîk. Serkeftina kurdan serkeftina tevahiya gelê kurd, hêzên demokratîk, biratiya gelan û Suriyeyê ye.Ji ber vê yêkê em bang li hemû hêzên demokratîk û alîgirên çareseriyê dikin, piştgiriyê bidin vê yêkê. YPG û YPJ bûye hêza parastina Suriyeyê."
‘Em gelê kurd îro pêşengiya Rojhilata Navîn dikin’
Asya bilêv kir ku gelê kurd di pêvajoyek girîng de derbas dibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em weke gelê kurd di qonaxekî gelek dîrokî re derbas dibin. Em gelê kurd îro pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Ji ber vê yêkê kongreya neteweyî ji bo kurdan gelek girîng û stratejîk e. Banga me ji hemû hêzên Kurdistanî re ew e ku demildest kongreya neteweyî li dar bixin. Hêza jinên kurd hêza pêşengiyê ye. Dîsa hêzên ciwanan hêza parastina ciwakê û hêza şoreşê ye. Jinên kurd bi nasname, çand û rengê xwe Kurdistan û Cîhanê dihejîne. Ji ber vê yêkê em Newroz sala 2015'an bi berxwedanê pêşwazî dikin. Em bi hêza şoreş û berxwedana Kurdistanê pêşwazî dikin. Em bi vînekî mezin, bi xeta azadiyê, xeta çareseriyê û xeta siyaseta demokratîk pêşwazî dikin. Em soza bilind kirina têkoşînê didin."
'Heke em Rêber Apo di navbera xwe de nebînin em dê berê xwe bidin Îmraliyê'
Pişt re meşvanên di 14'ê adarê de li Cizîrê "Ji Ocalan re azadî" dest bi meşê kirin derketin ser dikê. Li ser navê çalakvanan Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salîh Guleç axivî û wiha got: "Newroza te piroz be ey Serok Apo. Îro Amed, Botan û hemû Kurdistan bûye yekê. Hemû gelê kurd bûye yêk. Ev yêkîtiya azadiyê ye. Heke em Rêber Apo di navbera xwe de nebînin em dê berê xwe bidin Îmraliyê."
'Têkoşîna azadiyê ya Sakîneyan bi KJA'yê mezin bû'
Li ser navê Kongreya Jinên Azad (KJA) Elîf Kaya jî axaftinek kin kir û wiha got: "Heke di nava civakê de jin azad nebe civak azad nîn e. Azad perçeyek ji agir e. Kesên heskerên azadiyê bin dikarin vî barî hilbigirin. Têkoşîna azadiya Zîlan, Viyan, Sema û Arînan berdewam dike. Têkoşîna azadiyê ya Sakîneyan daye destpêkirin îsal bi KJA'yê mezin bûye."
Piştîa axaftina Elîf Hunermend derket ser dikê û bi staranên xwe girse coşand.
'Di dîrokê de her tim du xetan li hemberî hev şer kirin'
Pişt re Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî axaftina xwe bi silavkirin û pîrozkirina Newrozê dest pê kir. Selma Newroz hemû gelê Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir. Selma diyar kir ku Newroz jin, ciwan û heqîqata civakê ye û wiha got: "Ji ber vê yêkê Newroz ji bejna gelê kurd û bejna we tê. Ji salên qedîm heya niha du xet li hemberî hev şer dikin. Xeta yekemîn xeta reş a desthilatdariyê ye. Li hemberî vê xeta reş jî xeta berxwedanê her tim hebûye. Ev demar her tim di nava civakê de xwe mezin kir û xwe bilind kirin. Çawaya ku Kawayê Hesinkar li hemberî xeta reş ber xwe da û bû sembola berxwedana gelan îro jî berxwedan li Kurdistanê berdewam dike. Em gelê kurd di rojên dijwar de derbas dibin. Xaniyên me hilweşandin. Em ji welatê xwe hatin sirgûnkirin. Em hatin girtin û hatin qetilkirin. Ev yekê weke çarenûsa me dîtin. Lê agirê Newrozê xweliya li ser me hatî rêjandin paqij kir. Li Girtîgeha Amedê de bi 3 zilikan û dirûşmeya "Berxwedan jiyan e, Berxwedan jiyan e" Kawayê Hemdem Mazlum Dogan em anîn van rojan. "
'Roj roja serbilindiyê ye'
Selma, anî ziman ku ev roj rojên pîroz in û wiha axivî: "Gelê me hezaran caran Newroz pîroz kirin. Şahiya gelê me pîroz be. Em careke din bang li cîhanê dikim. Ew pergala we li derveyî vîna gelan xîzkirin, sînorên we çêkirin û mor kirin perçe dikin û diçirînin. Em sînorên we çêkirin diavêjin. Îro roj roja serbilind û serkeftinê ye. Bila hemû cîhan bizane ku sedsala 21'emîn dê bibe sedsala me û azadiya jinê."
'DAIŞ zarokê kapîtalîzmê ye'
Selma balkişand ser berxwedana Kobanê û wiha pê de çû: "Li Kobanê çeteyên hovane yên ji her aliyê cîhanê hatin cem hev êrîş li ciwan û jinê kurd kirin. Li vir du xetên têkoşîn kir. Em dizanin ku çeteyên DAIŞ'ê zarokên modernîteya kapîtalîst e." Selma da zanîn ku li her aliyê cîhanê şoreşger hatin Kobanê û li hemberî xeta reş kirin. Mîrateya wan cangoriyan dê bibin paradîgmaya nû be. Şoreşa Kobanê Şoreşa mirovahiyê ye. Sedsala 21'emîn sedsala şoreşa jinê ye. Hêzên desthilatdar dizanîn ku bi perçekirina gelan dê bikarbin gelan têk bibin. Êdî kurd pişta xwe nadin ev berê xwe didin hev. Êdî xwîna gerîla û pêşmergeyan bi hev re li ser axa Kurdistanê diherike."
(zt)

