KJK: Em bi gelê Rojava renin
16:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK'ê bi peyamek nivîskî komkujiya ji aliyê DAIŞ’ê ve li Hesekê hatî kirin şermezar kir û wiha hat gotin: “Em terora bermayîna kapîtalîzmê DAIŞ'ê, ku di Newroza 2015'an de xwîn rijand û bû sedema qetilkirina jin û zarokan, bi hêrseke mezin careke din lanet dikin. Li ser vê bingehê bang li tevahiya gelê kurd û jinên Kurd dikin ku parastina cewherî û têkoşîna berxwedanê xurt bikin. Em diyar dikin ku di her şert û mercî de em li cem gelê Rojava ne."
Koordînasyona KJK'ê bi peyamek nivîskî komkujiya di Newroza Hesekê ya girêdayî Kantona Cizîrê bi destê DAIŞ’ê hatî kirin şermezar kir û got, "Di kesayetiya rêhevalên Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahî de em hemû şehîdên xwe yên ji bo armancên mezin canê xwe feda kirin bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya serketinê dubare dikin. Em, terora rûreşiya mirovahiyê DAIŞ'ê ku nikare xwe li serketina gelê Kurd rabigire û ev ragirtina xwe li Hesekê bi nîşandana rûyê xwe yê tarî rê li ber qetilkirina bi dehan mirovî vekir, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şîfa lezgîn a xêrê dixwazin."
Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha dewam kir:
"Gelê Kurd ê dîrokeke bi heybet û berxwedanê afirand, di Newroza 2015'an de jî nîşan da ku berxwedan, hebûn e. Berxwedan bexşkirina rûmetê ji hemû mirovahiyê re ye. Berxwedan, derbasbûna ji nava agir û belavkirina ronahiyê li cîhanê ye. Berxwedan, gerdûnîkirina ya Kurdistanî ye.
Ev gelê ku heta niha serê xwe li ber ti zilmê netewan, li hemberî neheqiyê li ber xwe da û li ser navê tevahiya mirovahiyê hesap pirsî, li dijî vê êrîşa hov jî wê hesap bipirse û mîna her demê bibe wijdanê tevahiya mirovahiyê."
Koordînasyona KJK'ê ragihand ku vîna gel bi van êrîşan re nayê şikandin û got, "Ev gel xwedî wê hêzê ye ku xwe ji nû ve biafirîne. Kurdistan welatê wan dayikan e ku zarokên xwe bi destê xwe teslîmî mewziya şer kirine. Gelê Kurd ew gel e ku dilê xwe ji cih derxistiye û ji şerê rastiyê re şandiye. Piştî ewçend êş û berxwednanê, kîjan hêz dikare vê destana hebûnê ya vî gelî têk bibe? Kî dikare Şengalê, Kobanê, Til Temir, Hesekê bide ji bîr kirin? Ev agirê şoreşê ku ji heft heta heftê salî di dilê her Kurdî de pêketiye, kîjan hêz dikare vemirîne?
Em terora bermayîna kapîtalîzmê DAIŞ'ê, ku di Newroza 2015'an de xwîn rijand û bû sedema qetilkirina jin û zarokan, bi hêrseke mezin careke din lanet dikin. Li ser vê bingehê bang li tevahiya gelê kurd û jinên Kurd dikin ku parastina cewherî û têkoşîna berxwedanê xurt bikin. Em diyar dikin ku di her şert û mercî de em li cem gelê Rojava ne."
(zt)

