Newroza Amedê bi gotina sitiranan dawî bû
16:37
JINHA
AMED - Newroza Amedê ya ku têde bi milyonan mirov civiyan bi gerandina govendê li ber dengê sitranên Hûnermend Berfîn Mamedova, Nîştîman, Koma Agirî, Suavî û Kawa bi dawî bû.
Newroza Amedê ligel bajarê û sermayê bi tevlîbûna mîlyonan bi çoş berdewam kir. Piştî peyma Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sînevîzyonê hunermend Berfîn Mamedova, Nîştîman, Koma Agirî, Suavi û Kawa derketin ser dikê. Hunermendan bi staranên gotin gel coşandin. Welatiyan bi stranan, dawol û ziranayn govend girt.
'Destên xwe bilind bikin û çiyayan silav bikin'
Hunermend Suavî bi staranên gotin, "Cemre dikeve ax, av û hewayî lê îrok hêvî li dilan ketin. Îro ne yekemîn û ne jî Newroza dawî ye. Lê îro hêviyekî cûda çêbû. Destên xwe bilind bikin çiyayan silav bikin." Pişt re hunermend Kawa yê ku piştî 20 sal şunda hatî Amedê jî wiha got: "Ez îro bi xeyala xwe re li hev têm. Ez hatim Amedê Kurdistanê. Lê xeyala me ya herî mezin azadiya Rêberê Apo ye." Pişt re Kawa bi staranên xwe coşandin.
Pîrozbahiya dîrokî ya Newrozê bi mûzîkê bi dawî bû û gel li 4 aliyan ji qadê derket.
(zt)

