Dê jin di avakirina Kobanê de cîh bigirin

09:15

 


Tekoşin Tekin /JINHA


AMED – Xebatkarên şaredariyê yên jin diyar kirin ku dê di şopa YPJ’ê de bimeşin û ji bo xwedî derketina şoreşa jinan ya Rojava di avakirina Kobanê de cîh bigirin û gotin: “Ji bo ku pêvajoya avakirina Kobanê bi lez pêşbikeve divê korîdor bê vekirin.”


Piştî berxwedana YPG/YPJ’ê ya destanî li Kobanê hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatî meşandin, niha jî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê despêkiriye û ji bo piştevaniyê gelek partiyên siyasî, saziyên civakî û kesayet daxuyanî didin. Pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê ya ku her kes dixwaze tê de cihê xwe bigire, alîkariyek jî ji jinên kedkar hat. Jinên di şaredariyên navend û navçeyên Amedê de cîh digirin diyar kirin ku dê bi hişmendiya jinan cihê xwe di pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê de cîh bigirin û wiha axivîn: “Ji bo ku pêvajoya avakirina Kobanê bi lez pêşbikeve divê korîdor bê vekirin.”


‘Divê em li şoreşa ku weke mîras ji me re mayî xwedî derkevin’


Xebatkara Şaredariya Rezan Saniye bozkurt diyar kir ku kurd li Rojava şerê rometê didin meşandin û wiha domand: “Berxwedana Kobanê berxwedana romet, hebûnê ye û şerê nasîna netewekê ye. Ji ber wê jî divê mirov bi giştî lê binêre û rastiya ku derketiya holê bibîne.”


Saniye anî ziman ku şoreşa Kobanê encamê keda jinên kurd li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku pergala kaputalîst derxistine holêye. Saniye da zanîn ku tekoşîn Kobanê û ji bo xwedî derketina şoreşa ku şehîdên Kobanê avakirî rolek mezin dikeve ser milê civakê. Saniye destnîşan kir ku yên dixwazin di şoreşa hatî avakirin û pêşerojek bi romet de cîh bigirin bila cihê xwe di avakirina Kobanê de bigirin û wiha berdewam kir: “Divê em nîşanî hemû cîhanê bidin mirovahî çawan dibe, jin bûn çawan dibe. Divê di armanca me de avakirina eserê yên vê axê bi dil, hebûn û bedenên xwe ji çeteyan parastin û ji bom e hêlan hebe, em bînin cîh û bigihînin pêşerozê.”


Em deyîndarê şervanên şoreşê ne’


Saniye daxwazên xwe yên di pêvajoya avakirina Kobanê de wiha anî ziman: “Çawan gelê kurd bi ser ket, emê di vê pêvajoyê de jî hewceyî ti mutehît û mîmarên kêsê nebin û bi xwe di vê pêvajoya avakirinê de cîh bigirin. Em xwe deyîndarê şervanên şoreşê dibînin. Ez bawerim dê di pêşeroja vê şoreşa ku şervanên me avakiriye de hinek paya me jî hebe. Bi vî awayî emê weke jin di vê pêvajoya rometê de cîh bigirin.”


‘Emê li şoreşa jinan ya Kobanê xwedî derkevin’


Xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Yeter Çelîk jî diyar kir ku wê xwestiye di pêvajoya avakirina Kobanê de cîh bigire û wiha axivî: “Em neçar man ku ji dur ve li berxwedana Kobanê binêrin. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de her dem me hewil da li sînor alîkarî bidin. Li sînor her dem me digot xwezî ya ji destê met ê zêdetir me karibana bikira ji bo Kobanê. Ji ber me bi sedan şehîd dan. Me windayî dan, jinên me revandin û bi hovane qetilkirin û tecawîz kirin. Tucarî ji dur ve alîkarî dayîn ji b ovan bûyeran nebese.” Yeter anî ziman ku dê weke jinên kurd li şoreşa jinên Kobanê xwedî derkevin û wiha got: “Em dixwazin di pêvajoya avakirina Kobanê de cîh bigirin. Ji ber wê jî teleba me ya yekem vekirina korudorêye. Dema ku korudor vebû jî em dixwazin her kes alîkarî bidin.”


‘Emê weke jinên kedkar şoreşa Kobanê berdewam bikin’


Xebatkara Şaredariya Peyasê Azîze Aslantaş jî bilêv kir ku ew deyîndarê jinên şervanin û dom kir: “Ji bo xwedî derketina vê mîrasa şoreşa jinan û azadiyê çî ji destê me bê emê bikin. Em wekî jinên kedkar ji bo berdewam kirina vê mîrasa şoreşa jinê û gihiştina azadiya xwe çî ji destê me bê emê bikin. Emê hemû jin dest bidin hev û di avakirina Kobanê de cîh bigirin.”


(zt)