Dê çopa Îzmîrê biguhêzin taxa kurdan û elewiyan
09:32
Ceren Karlıdag/JINHA
İZMİR – Şaredariya Bajarê Mezin ya Îzmîrê ji bo depoya çopê Taxa Yamanlar ya girêdayî navçeya Bayrakliyê hilbijartiye, ji bo projeyê xebat hatine despêkirin û ÇED rapor a xwe jî amade kiriye. Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Fatma Acar diyar kir ku bi zanebûn taxa ku piranî kurdên elewî lê dijîn ji bo depoyek wiha hilbijartîne û got: “Di bin hişmendiya avakirina vê tesîsatê de hişmediya weke yên dinê dîtin heye.”
Li Taxa Harmandali ya girêdayî navçeya Çigli ya Îzmîrê di sala 1992’an de “Kati Atik Depolama Tesisi” hatiye avakirin, ji dema hatî avakirin heya niha jiyanê di aliyê nerênî de bandor dike. Havînê di taxêde ji ber bêhnê û mêşan heta derketina kolanê jî dide zorê. Ji ber bandorên nerêniyên ji wê çopê ku weke “Çop Dagi” binav dikin, di navê de teqîn çêdibe, ji ber ava pîs diherike, girêdayî wê qerêjiyê nexweşî zêde dibin ji ber van sedeman welatiyên taxê van bandorên nerênî gihandin raya giştî. Ji bo dengê welatiyên taxê bê bihîstin girêdayî mijarê belgesel hatiye çêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin ya Îzmîrê ji bo depoya çopê niha jî taxa Yamanlar an hilbijartin. Welatiyên taxê ji ber projeyê bi gilî dikin û diyar dikin kul i cihê taxên karker, kurd û elewiyan hilbijêrin bila çareseriyek modern jê re bibînin.
Dê hilweşînek ekolojîk û tahrîbat çêbike
Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Fatma Acar da zanîn ku dê bûyerê bişopînin û wiha axivî: “Li gorî lêkolîna me kirî heya ev tesîsat bigihe korfeza Îzmîrê du avên bin erd bandor dike. Di aliyê bajarvanî û jiyanê de dema mirov dinêretê dîtin ku dê pir nerênî taxa Yamanlar an bandor bike. Em weke partî hem di aliyê nerênî bandorkirina ekolojîk, hem jî di aliyê nerênî bandorkirina jiyanê de li dijî vê porojê ne.”Fatma bilêv kir kul i taxa Yamanlaran kedkar, kurd û elewî hene ji ber wê wiha dikin. Fatma destnîşan kir ku weke partî ew li gel kurd, elewî, kedkar û di jiyanê de hemû yên weke yên dinê tên dîtinin û wiha domand: “Weke her demê di vê projê de jî emê cardin mafê wan yê jiyanê û navendên jiyanê biparêzin. Taxa Yamanlaran ya welatiyên li wê dijîne. Gotina wan gotina meye, sekna wan sekna meye. Di tekoşînê de jî her dem em li gel wanin.”
‘Bi zanabûn taxa me hilbijartine’
Zeynep Kahraman ya ku 9 salin li Yamanlarê dijî jî axivî û got: “Emê teqez taxa xwe nekin qurbanê çopê. Heger taxa me bibe tesîsata çopê ezê du zarokên xwe yên biçuk çawan li vêderê mezin bikim. Welatiyên Harmanda yê jî di rewşek zor denin. Berê ez li wan taxan di xebitîm. Ji ber bêhna pîs di taxê de kes nihare canên xweveke. Ne ew û nejî em naxwazin di nava wê bêhnê de bijîn, bila peyîwirdar çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Ji ber li vê taxê kurd û elewî bi rêxistinî dijîn, ji ber wê taxa me hedef hatiye nîşandan.”
Dixwaze rêxistinkirina me parçe bike
Hanim Tosun ya ku 40 sale li Yamanlerê jijî jî wiha axivî: “Ev tax taxek rêxistinkiriye. Di vê taxê de karker, kurd, elewî û feqîr dijîn. Ji bo ku rêxistinkirina me xirabikin û parçebikin çopê tînin li vêderê. Lê emê li hember vê bibin yek û tucarî desturê nedin.” Neslîhan Batur jî axivî û got: “Vê ji bo feqîran rewa dibînin. Dê hemû çopa Îzmîrê bînin bixin taxa me. Li cihê vê ji bom e rewa bibînin, bila cihek yê vala ku kes jê bandor nebe hilbijêrin.”
(zt)

