Li Hindistanê hember tecawîza mêran bi serê xwe parastina cewherî
10:43
JINHA
HİNDİSTAN – Li Herêma Maharashtra ya Hindistanê Pradnya Mandhare ya 20 salî porê êrîşkarê xwest wê tecawîz bike girt û teslîmî polîsan kir. Di dema êrîşê de 50 kesên derdorê li cihê alîkariyê bidin Pradnya li wê dinêrîn. Pradnya bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bilind bikin.
Li Hindistanê jina bi navê Pradnya Mandhare dema ku di xwest êrîşkarê dixwest wê tecawîz bike bigire, li gel 50 kesan lê dinêrî û alîkarî nedidayê jî wê bi tena serê xwe tekoşîn dikir û êrîşkar teslîmî polîsan kir. Din ava rojê de bûyera ku çêbû 50 kesên derdorê li cihê alîkariyê tenê li bûyerê dinêrîn. Xwendekar Pradnya ya 20 salî li rawestgeha şemendefirê din ava bi dehan mirovan de di saet 14.30’an de rastî êrîşa tecawîzkarekê hat. Pradnya girêdayî êrîşê wiha axivî: “Ber b imin ve hat û hewil da min tecawîz bike. Dema kum in xwest ji wî durkevim, ez girtim. Kesê tiştek nedikir, ji ber wê jî min li wî xist. Ji wî gelek bêhna alkolê dihat. Ez dizanim ku gilîkirina jinan li gel polîsan pir xweş nîne, lê ji bo darezandina wî ez bibiriyarim.”
‘Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin’
Pradnya diyar kir kul i gel cihê rawestgeha şemendefirê tije mirovbûn jî lê kesê dengê xwe nedikir. Pradnya bilêv kir ku wê porê êrîşkar girt û heya îstasyona polîsan xirigand. Pradnya destnîşan kir ku polîsan Chavan Chowdee yê 20 salî girêdayî madeyên hişberiyê û alkolê girtin binçavan. Pradnya bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bilind bikin û ji kesên wiha netirsin.
(zt)

