Bi hezaran ber bi Newroza Stenbolê ve diherikin

11:21

 


JINHA


STENBOL -   Bi boneya pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Qazliçeşme ya Stenbolê bi dirûşmeya "Agirê Newrozê yê li Şengal û Kobanê hildibe Rojhilata Navîn azad dike" tê li darxistin bi hezaran welatî diherikin qadê. Bi hezaran welatî bi duruşmên azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diqêrin. Dê bernama Newrozê bi axaftinan despêbike û bi pêxistina meşala Newrozê ya mezin a li pêşiya platformê despêbike.  


Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Qazliçeşme ya Stenbolê bi dirûşmeya "Agirê Newrozê yê li Şengal û Kobanê hildibe Rojhilata Navîn azad dike" tê li darxistin bi hezaran welatiyên kurd, tirk, ermenî, çerkez, kedkar û ji hemû gelên bindest û demokratan pêktê diherikin qadê.  Bi hezaran kes ji bo Newroza Stenbolê pîroz bikin ji 4 aliyên Qada Qazliçeşme piştî lêgerîna polîsan dikevin qadê û herikîna ber bi qadê ve berdewam dike. Bi hezaran ciwanên li ber Salona Sporê ya Abdî Îpekçî hatin cem hev ber bi qadê ve dest bi meşê kirin û di meşê de alekî kesk, sor û zer a ku 200 metreyan pêk tê vekirin. Dema ciwan ketin qadê jî dirûşmeya "Bijî serok Apo" berz kirin. Li aliyê Yenîkapi jî ciwanan barîkata polîsan hilweşand û ketin qadê. Li aliyê Kuleyan jî hevbirên HDK'ê, nûnerên partiyên siyasî û platform ber bi qadê ve dimeşin. Di meşê de ji bo Kobanê, YPG û YPJ'ê dirûşme tên berzkirin û wêneyên şervanên YPG, YPJ'ê û şervanên enternasyonalîst ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Geçmîş, Mazlum Dogan, Mahîr Çayan, ên mezin hatin daliqandin. Zêdehî 100 rojnameger Newrozê dişopînin.

Dê peyama dîrokî bê xwendin

Jinên tevlî pîrozbahiyê bûn bi kincên gelerî qada Newrozê xemîlandin. Bi hezaran kesên ketin qadê ji bo azadiya Ocalan dirûşmeyan diqêrin. Li qadê ji bo welatî hewcehiyên xwe pêk bînin standên xwarin û vexwarinê hatin vekirin û gelek firoşkarên seyar jî dezgehên xwe vekirin. Li ser platformê ji bo 2 mîlyon kes guhdar bikin pergala deng û dîmenan hatiye avakirin. Ji 34 navçeyan rêxistinên HDP'ê bi otobusan welatiyan dikêşin qadê.

Pîrozbahî dê seat di 12.00'an de dest pê bike û bi hilkirina agirê Newrozê dê berdewam bike. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê dê gel silav bikin. Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya dîrokî û di Newroza Amedê de hatî xwendin careke din bê xwendin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel dê biaxivin û konser dê bên dayîn. Dê palê jî koroya NÇM’ê, Kawa û Gurup Munzur derkevin dikê.

(zt)