Di alîkariyên civakî de nêzîkatiyên keyfî

11:24

Rozerîn Tekîn/JINHA


STENBOL  - Alîkariyên civaki yên li Tirkiyeyê ji bo feqîran tê dayîn, ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê,  weke alikariya parsekan dikin û bi taybetî ev yek li ser jinan teşe digire. Endama Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Nivîskar Yeşîm Dînçer der barê mijarê de axivî û diyar kir ku alîkariyên civakî yên li Tirkiyeyê bi hikûmeta AKP’ê re nehatiye destpêkirin û got: “Jinên ku ji hevjînên xwe cuda bûne û jinên bî mane, ji hev cuda kirin, ne raste. Divê em van alîkariyan li ser bingaha siyasetê bi rêve nebin.”


Alîkariyên civakî yên li Tirkiyeyê ku ji bo feqîran tê dayîn, ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê, dibe sedem ku weke alikariya parsekan dikin û bi taybetî ev yek li ser jinan teşe digire. “Peywira xwezayî” ya mêzekirina nexweş, kal-pîr, û zarokan ku di civakê de û bi taybetî ji bo jinan hatî qebûl kirin,  weke peywira duyemîn li ser jinan hatiye ferz kirin û jina ku ji rola civaka zayendî derneketî, bi polîtîkayên hepiskirina malan re li ser jinan hatiyet sabît kirin.  Endama Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Nivîskar Yeşîm Dînçer der barê mijarê de axivî û diyar kir ku alîkariyên civakî yên li Tirkiyeyê bi hikûmeta AKP’ê re nehatiye destpêkirin, lê bi AKP’ê re alîkariyên civakî meblaxa wê hatiye diyar kirin.  


‘Divê keda jinê ya mêzekirinê bê dîtin’


Yeşîm da zanîn ku li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan pêdivî bi têkoşîneke femînîst heye û wiha got: “Jinên ku ji hevjînên xwe cuda bûne û jinên bî mane, ji hev cuda kirin, ne raste. Divê em van alîkariyan li ser bingaha siyasetê bi rêve nebin. Ev yek bi hinek krîteran tên veşartin. Hikûmet wan krîteran li gorî normên xwe yên exlaqî dide diyar kirin. Ji aliyê din ve di hin alîkariyan de kêyfî nêzîk dibin. Ji wan alîkariyan malbatek digire, malbatek jî nikare bigire. Alîkarî ji însafa rêveberên heremî û rêveberên fonê alîkariyê û piştgiriya civakî re tên hiştin. Divê ev ji vê rewşa kêyfî bê derxistin, keda jinê ya mêzekirinê bê dîtin û di bingeha maf de bên belavkirin.”


(aw)