Jinek din bi îdiaya heqaret kiriye hat binçavkirin
11:57
JINHA
DENÎZLÎ – Serokomar Tayîp Eerdogan piştî merasîma giştî ya vekirin, ku xwest derbasî Walîtiya Denîzliyê bibe, dema ku di Cadeya Bijişkan re darbas bû, bi hinceta Bijişka Diranan Denîz Demîrcî tevgera dest û mil kiriye, hat binçav kirin. Piştî Denîz Demîrcî li qereqolê îfade da hat berdan.
Sala derbasbûyî li Îzmîrê du jinên bi hinceta ku heqaret li Serokomar Recep Tayîp Erdogan kirine ji aliyê parêzkarên wî ve hatin binçav kirin. Vê carê jî bi heman hincetê li Denîzliyê bijîşka diran hat binçavkirin. Tayîp Eerdogan piştî merasîma giştî ya vekirin, ku xwest derbasî Walîtiya Denîzliyê bibe, dema ku di Cadeya Bijişkan re darbas bû, bi hinceta Bijişka Diranan Denîz Demîrcî tevgera dest û mil kiriye, hat binçav kirin. Parêzkarên Serokomar Denîz Demîrcî birin Navenda Polîsan a Çinarê.
Serokê Odeya Bijîşkên Diran Musa Akyol çû navenda polîsan û der barê bûyerê de agahî girt. Endamên çapemeniyê bi rêya telefonê xwe gihandin Denîz Demîrcî. Li ser vê yekê ragihandin ku Demîrcî diyar kiriye ku wê tevgera dest û mil nekiriye û wiha gotiye: “Di dema ku min muayene dikir de polîs hatin ez kirin binçavan.”
(aw)
