DKY dê piştî Selanîkê biçin Balkanan
13:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Jinên Cîhanê ya k udi 6’ê Adarê de ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê despêkirî amadekariyên derbasbûna Balkanan dike.
4’emîn Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ya k udi 6’ê Adaêr de ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê despêkirî herî dawî ji Îzmîrê hatibûn rêwîkirin. Herî dawî DKY li rawestgeha Selanikê jia liyê jinan ve hatin pêşewazîkirin. Ji 18’ê Adarê ve li Selanik û Vodina, bernameya xwe ya Yunanîstan û Makedonyayê qedandin. Jin amadekariyan dikin di nîsanê de derbazî Balkanan bibin.
Jinên Selanikê tekoşîna jinên kurdan vegotin
Di 17’ê Adarê de li Meydana Aristotales DKY ji aliyê jinên karker ve hat pêşewazî kirin. 18’ê Adarê jî li Selanikê jinan tekoşîna jinan û şehîdên jin yên li Kurdistan û Tirkiyê çêbûne vegotin. Paşê li Selanikê bi rêxistinên jinan û jinên ji kar hatine avêtin re xebatên perwerdê hatin kirin. Paşê jî daxuyanî hat dayîn û sînevizyon hat temaşe kirin. Li Selanikê bi navê Şêwirmendiya Jinên Herêma Selanikê Virtue Karatasiou axivî û got: “Em dibêjin 8’ê Adarê ji Kurdistanê ketina rêwîtiya milîtaniyê hun bi xêr hatin. Weke Şêwirmendiya Jinên Herêmê li her derê cîhanê jin ji malê heya cihê kar rastî şidetê tên, me xwest li hemberî van kirinan çanda şêwirmendiya jinên herêmê pêşbixin.”
‘Jin li hember mêtîngeriya kaputalîzmê tekoşînê dikin’
Paşê jî Nunera DKY ya Tirkiyê Yildiz Temurturkan balkişande ser bi dizî bûyîna navenda DAIŞ’ê ya Antalya. Yildiz diyar kir ku armanca wan li hember sînorên emperyalîzmê xêz kirîn şerkirine, ji ber wê jî wan ji Kurdistanê dest bi meşê kirine. Paşê jî Gulistan Atasoy jî bilêv kir ku jin li hember mêtîngeriya kaputalîzmê ya barbar tekoşînê dikin.
Dê jin derbazî Balkanan bibin
Jinan paytexta herêmê ya dîrokî ya bi navê Vergina ziyaret kirin. Paş jin vegeriyan navenda bajêr û li gel rêxistinên jinan hatin bahev. Di 20’ê Adarê de daxuyaniya dawiyê li Selanikê dan. Hat zanîn ku dê jin di nîsanê de derbazî Balkanan bibin. Ji meha çileve jinên Belgrad ê amadekariyên çuna jinên DKY yê ya gel wan dikin.
(zt)

