Newroza Çukurovayê bi tevlîbûna sed hezaran despêkir

13:41

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Mêrsîn, Antalya, Dîlok û Hatayê bi tevlîbûna dehezaran welatiyan pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.

MÊRSÎN 

Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê bi şîara "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" li ersa vala ya nêzî Sîteyên Sanayiyê ya Tirmilê bi tevlîbûna dehezaran kesî dest pê kir. Welatî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ber bi qadê ve herikin. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û ciwanên tişortên "Kurdistan" li xwe kiribûn tevlî şahiya Newrozê bû. Jin jî bi cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn tevlî şahiyê bûn û 5 hezar posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qada Newrozê xemilandin. Posterê mezin a bi nivîsa "Mîmarê aştî û azadiyê tu yî" û pankarta "Tevgera ji Amarayê heta Fîsê û Rojhilata Navîn belav bûye ber bi azadiyê ve dimeşin" hatin daliqandin. Ji hêla Komîteya Amadekar a Newrozê ve li hemberî provokasyonê hezar welatî hatin peywirdarkirin.

Welatiyên ji taxên Çay, Çîlek û Ozgurlukê û navçeyên Akdenîz, Yenîşehîr, Erdemlî û Mezîtliyê hatin qadê ji du aliyan ve ketin hundirê qadê û dowîzên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hatibûn nivîsandin hatin hilgirtin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, endamên PM'a HDP'ê Fatma Kurtulan û Saruhan Oluç û gelek hunermend tevlî çoşa Newrozê bûn. 

EDENE

Li Edeneyê jî bi dehezaran welatî ji seatên serê sibê li Navenda Pêşandanê ya Mîmar Sînan a Servekirî ya li Seyhana Edeneyê kom bûn. Polîsên ku hewl dan rengên kesk, sor û zer û tîşortên li ser "Kurdistan" nivîsandibûn wekî hincet nîşan bidin û pîrozbahiyê asteng bikin. Piştî gengeşiyek demkurt û polîs ji wir veqetiyan gengeşî jî bi dawî bû. Li qada Newrozê posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser nivîsa "Newroz pîroz be. Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" hatibû nivîsandin daliqandin. Welatiyên tevlî çoşa Newrozê bûn bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Hesekê" berz kirin. Li qadê wêneyên mezin ên nûçegihanê DÎHA'yê Volkan Eryîgît, Hasan Îşler, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu û Îbrahîm Aras hatin daliqandin. Piştî deqeyek rêzgirinê agirê Newrozê ji hêla hevjîna Kad Bagdu ve hat pêxistin. 

HATAY

Li Hatayê jî li taxa Yildirimtepe ya navçeya Îskenderunê bi hezaran kesan dest bi pîrozkirina Newrozê kir. Li qadê pankaratin "Em bi serokekî azad û Kurdistanekî azad bimeşin", "Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" û "Newroza gelan pîroz be" hatin daliqandin. Piştî girse ket qadê dirûşmeyên " Bijî Serok Apo" û "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakînce Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin daliqandin. Bernameya Newrozê piştî rêzgirtinê dest pê kir û Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî agirê Newrozê hilkir û bername ber dawam dike.

ANTALYA

Li Antalyayê jî welatî ji bo pîrozbahiya Newrozê li qada vala ya li ber Salona Sporê ya Turgut Ozal a l navçeya Kepezê hatin cem hev. Piştî lêgerîna polîsan bi deh hezaran kes ketin qadê û bi dawol û zirnayan dest bi govendê kirin. Li qadê pankartên "Rizgariya demokratîk jiyana azad" û "Serokatiya azad Kurdistana azad", posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan, Îbrahîm Kaypakaya hatin daliqandin û dirûşmeyên Bijî Serok Apo", " Newroz piroz be" û " Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Jinên tevlî pîrozbahiyê bûn bi zarokên xwe re bi kincên gelerî tevlîbûn û qada Newrozê vegêrandin deryaya rengan. Piştî rêzgirtinê Parlementera HDP'ê Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya dê axaftinan bikin û pişt re Koma Azad û Cevdet Bagca dê konserê bikin.

DÎLOK 

Li Dîlokê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Îstasyonê bi tevlîbûn hezaran kesan dest pê kir. Serê sibê bi hezaran welatî li nokteyên berê hatin diyarkirin hatin cem hev û bi pankartên "Edi bes e ji Rêber Apo re azadi", "Em şoreşa Rojava silav dikin", "Li hemberî barbarî û paşverûtiyê azadiya gelan" û "Bila girtîgeh bên valakirin ji girtiyên siyasî re azadî" vekirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Biji berxwedana Kobanê", "PKK gele gel li vir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî welatî li 8 nokteyan hatin kontrolkirin ketin qadê. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, KJA û YPJ'ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê bernameya Newrozê bi muzîkê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Serokê GIştî OSP'ê Sînan Çîftyurek, Hevberdevkê YSGP'ê Sevîl Turan û Alîkarê Serokê Giştî EMEP'ê Şukran Dogan dê tevlî bernameyê bibin.

Pîrozbahî berdewam dikin.

(kom/zt)