DAIŞ’ê minara Şengalê teqand

13:58

 


JINHA


ŞENGAL – Li gorî agahiyên hatine wergirtin, îro danê sibehê saet di 09:00 de, minareya li yek ji meydanên navenda bajarê Şengalê, ku car carna ji bo merasîmên olî yên Êzidiyan ve dihat bikaranîn, ji aliyê çeteyan ve hatiye teqandin. Li gor agahiyan çeteyên DAIŞ'ê beşek ji malên li bajêr tine dikin û çeteyan ji bo şerekî giran hêz û cebilxane li bajêr civandine.


Li gorî agahiyan, çeteyan duh bi şev xwestin êrîşî mewziyên hêzên berxwedanê bikin û li ser bersivdayîna hêzên berxwedanê, çete neçar mane xwe vekişînin.


(zt)