‘Bila parlementerên jin ên BDP’î û CHP’î dest bidin hev û aştiyê pêk bînin’
14:38
Hazal PEKER-Hangul OZBEY –JINHA
STENBOL – Civaknas Nazan Ustundag ku di Civîna Herêmê ya Stenbolê ya Enternasyonala Sosyalîst de axivî, xwest ku parlementerên jin ên BDP’î û CHP’î dest bidin hev û aştiyê pêk bînin.
Civîna Herêmê ya Stenbolê ya Enternasyonala Sosyalîst ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a BDP’ê, bi tevlîbûna ji 26 welatên 4 parzemînan tê lidarxistin û rojeva wê ya bingehîn “Jin Pirsgirêkan bi Rêya Diyalog û Nîqaşê Çareser Dikin” e, didome. Ji Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Bogaziçiyê Nazan Ustundag û Endama Yekîtiya Jinan a Demokratîk a Kurdistana Îranê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDKİ) û endama Parlamentoya Swêdê Parwanah Heydarî, li ser mijara rola jinê axivîn. Nazan, li ser tundiya li hemberî jinê ya li Tirkiyê rawestiya û wiha got: “Wek gelek welatên cîhanê, li Tirkiyê jî li hemberî jinan terora dewletê pêk tê. Êrîşên wekî destdirêjî û destavêtinên di binçav de, dûrxistina jinan a ji cih û warên xwe ya bi awayên cuda cuda, di çarçoveya projeyên neo lîberal de, êrîşên li hemberî bedenên gerîlayên jin, hene. Ev êrîşên ku dewlet jinê rasterast dike hedef in.”
‘Li Tirkiyê jin dikarin aştiyê pêk bînin’
Nazan diyar kir ku piraniya jinên kurd di bin sînorên xizaniyê de dijîn, tevahiya butçeyê ji bo şer hatiye veqetandin, di aliyê perwerdehî, tenduristî û starbûnê de jin di asta dezavantaj de ne. Nazan got ku “Barên giran ên wekî cemaet, koçberî, gefên dewletê û şîna ji ber mirinên gerîlayan, li ser pişta jinan e” û wiha pê de çû: “Jinên kurd di jiyana rojane de, li cîhanê, di aliyê derketina ji heqê tundiyê de, avakirina çareseriya di demên bi pevçûn de, parastina hezkiriyên xwe de, dayîna piştgiriyê ya ji bo wan de, yek ji miletên herî zêde xwedî qabîliyet in e. Jin di civaka sivîl de çi bikin jî, heta ku li Tirkiyê di asta formal de pevçûn neqedin, xebat di bin siyê de dimînin. Di aliyê formal de, divê jin mekanîzmayên avakirina aştiyê pêk bînin. Jin jî di van pêvajoyên bi pevçûn de, nûnerên gel in. Li vir hem hevalên me yên BDP’î, hem jî yên CHP’î hene. Li Îsraîl û Filîstînê jinan peymanek çêkir. Li Îngîltere û Îrlandaya Bakûr, jinan deklerasyoneke aştiyê aşkera kir. Li Tirkiyê jî divê jin bikaribin vêya bikin.”
‘Li Îranê jin nikarin bibin Serokwezîr, Serokomar an jî Dadger’
Endama Yekîtiya Jinan a Demokratîk a Kurdistana Îranê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDKİ) û endama Parlamentoya Swêdê Parwanah Heydarî jî, di destpêka axaftina xwe de jinên ji bo mafên mirovan jiyana xwe jidest dane bibîr anî. Parwanah got ku “Dixwazim li ser navê jinên ku li kampên penaberan ên li Kurdistanê hewl didin zarokên xwe mezin bikin, biaxivim” û destnîşan kir ku li Îranê jin rastî gefan tên. Parwanah, wiha got: “Li Îranê jin rastî cudaxwazî, tundî û biçûkxistinê tên. Mafê wan ê ku bên bijartin, tune. Di mijara şahediyê de newekhevî heye. Jin nikarin daxwaza hevberdanê bikin. Nikarin bi tena serê xwe derkevin derveyê welat, li her derê rastî cudaxwaziyê tên. Destdirêjî, destavetin, revandin, di girtîgehê de destavêtin gelek e. Jin nikarin bibin Serokwezîr, Serokomar an jî dadger.”
‘Em dikarin hêza xwe bikin yek û wate bidin jiyanê’
Parwanah, destnîşan kir ku li Îranê pirzewacî didome û wiha got: “Keçên xwe bi hev diguherînin. Jin tên revandin. Jin ji bo ku nemirin, canê xwe difroşin, ji neçarî jidest didin. Ji bo Herêma Kurdistanê razemeniyên nû nayên kirin. Zilam ji neçarî qaçaxçîtiyê dikin. Ji ber rewşa siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên siyasî, rastî zextên netewparêziya farisan û teokrasiya îslamê tên. Jin ji bo ku nasnameyên xwe ji nû ve ava bikin, gelek hewl didin. Li Ewropayê xwe pir rihet hîs dikin. Em li Swêdê, 3 parlementerên jin in. Jin dikarin ji bo bidawîkirina pevçûnan ristên girîng bistînin. Em ji bo mafên demokratîk, ji bo federalîzmê têdikoşin. Heta ku mafên me yên netewî neyên nasîn, li cihekî mîna Îranê, tu car nekarî civakeke azad, demokratîk bê avakirin. Em hêza xwe bikin yek, em dikarin jiyanê watedar bikin. Xwîşkên min ên ji welatên cuda hatine, pêdiviya me bi piştgiriya hev heye. Hezkirinên xwe ji bo xwîşkên xwe yên li Suriyê, dişînim.”
Wêne-Kamera: Hazal PEKER-Hangul OZBEY
(ho/hp)

