Dîlan ne neçarî azadî hilbijart
09:01
Şehriban Aslan/JINHA
ÎDIR – Dilan Abay ya YPJ yi hina xwendekara lisê bû ne dibistana neçarî, refên azadiyê yên mereq dikir hilbijart. Dîlan din ava 6 mehên berxwedanê yên di tevahiya cîhanê de bûyî mînak de bê mirin bû. Diya Dîlan wê wiha anî ziman: “Keça min ev rê hilbijart. Ya ji bom in dimîne rêzdariya rêya wê ye. Keça min ji bo gelê ziman, çand û welatê wan qedexe çu şer.”
Di şerê 6 mehan li Kobanê hember çeteyên DAIŞ’ê hatî kirin de gelek şervanên YPJ’ê di çeperên pêş de cihê xwe girtin û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî Dîlan Abay (Newal Ararat) ya ji gundê Teceli yê girêdayî navena Îdirê di sala 2009’an de ji malê qetiya û berê xwe da refên berxwedanê. Di rojên despêkê yên berxwedanê de Dîlan berê xwe da Kobanê û di refên pêş de cihê xwe girt. Dayîka Dîlan Yeter diyar kir mereqek mezin ya keça wê ji bo hînbûna dîroka PKK’ê hebû û got: “Keça min rêyek bi romet hilbijart.”
‘Her dem ruyê Dîlanê bi keb bû’
Yeter da zanîn ku wê zarokên xwe di şertên zor de mezin kiriye û ew ticarî ji bo şertên madî ji jiyana xwe gilî nekiriye. Yeter balkişand ser têkiliyên Dîlanê bi hevalên wê re û bilêv kir ku yek ji xeyalên Dîlanê yên sereket xwendina beşa Derunasiyê bû û wiha domand: “Mereqek mezin ya Dîlanê ji bo hînbûna partiyê hebû. Gelek di xwend û lêkolîn dikir. Di hemû demên vala de pirtûk di xwend. Pir din ava hewildanên xwe pêşxistinê debû. Dixwest xwişk û birayên wê bixwînin, bibin xwedî pîşe û xizmeta gel bikin. Xwişka Dîlanê ya mezin dibistan ne xwendiya, xwendin û nivîsîn ne dizanî, Dîlanê xwişka xwe hînî xwendin û nivîsînê kir. Dixwest xwişkên wê yên ji wê biçuk tir û birayên wê jî bixwînin û bibin xwedî pîşe. Heta ne dixwest xwişkên wê yên biçuk bizewicin. Di xwest ew bi xînin û bi xwe xwe li ser linê xwe bigirin.”
‘Dîlanê rêyek rometê hilbijart’
Yeter destnîşan kir ku keça wê Dîlan di refa duyemîn ya lîsê de beşdarî nava refên gerila bû. Yeter wiha qala bûranîna xwe û keça xwe ya dawiyê deke: “Roja ku çu weke dê biçe dibistanê ji malê derket. Dê bavê wê ew li ber dibistanê danîbana. Dema ku ji malê derket li ber derî hinek sekinî û bêhnekê li malê nêrî. Paşê jî l imin û xwişên xwe nêrî weke ku ew mêzekirina wê ya dawiyê bû. Min jêre got weke ev caradayiyê ye tu li malê û me dinêrê. Qet dengê xwe nekir, em himbêz kirin û çu dibistana xwe. Hemû tiştên xwe li yurdê kom kir û weke zêdene da bavê xwe ji bo bîne mal. Heya bavê wê tiştên wê anî malê, hema paşê me bihîst ku tevlî bûye. Keça min ev rê hilbijart. Ya ji bom in dimîne ji rêya wê re rêzgirtine. Keça min ji bo gelek ziman, çand û welatê wî qedexe çu şer. Dîlana min ket ser rêya şerefê. Dîlan ne tenê keça mine, ew keça hemû Kurdistanê ye.”
‘Piştî 6 salan yekem agahiya min jê bihîst agahiya şihadeta wê bû’
Yeter anî ziman ku piştî keça wê Dîlan berşdarî nava refên PKK’ê bûyî qet agahî jê negirt, piştî 6 salan agahiya şehadeta wê bihistiye û wiha berdewam kir: “Kobanê bi ser xistin û heya dawiyê li ber xwe dan. Di dawiyê de di azadkirina gundekê de Dîlana min şehîd ket. Ji ber tekoşîna keça min serê min bilinde. Daxwaza min ya herî mezin cenazeyê keça min nekeve destê wan hovên DAIŞ’ê ye. Parî saxbe, ew daxwaza min anîn cîh û cenazeyê keça min gihandin min. Xuda hêz û quwetê bide hevalên wê yên li çiyan, Kobanê û Şengalê şer dikin. Êdî bese, heya kengê dê dewlet dilê dayîkan bişewitîne û ji çavên wan rondikan bibarîne.” Yeter bang li dewletê kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê demek ji ya din zutir gav bavêje.
(zt)

