Bi heskirin hînî kurdî bû niha hevseroka KURDÎ-DER’ê ye
10:05
Vildan Atmaca / JINHA
WAN – Yagmur ji ber bişaftinê ji zimanê xwe dur mabû, ji bo derbaskirina wê serî li KURDÎ-DER'ê da, piştî dawîkirina qursê bû hevseroka KURDÎ-DER'ê.
Ji despêka avabûna Kobanrê heya niha ji ber hişmandiya yekane ya bişaftinê herî zêde kurdan û gelên dinê ziyan dîtine. Hişmendiya yek ziman, yek ol û yek alê heya niha jî berdewame li Tirkiyê. Bi saya berxwedana tekoşîna azadiyê li hemberî pergala yekane, ji bo jiyankirina çand û zimanê kurdî gelek sazî hatine vekirin. Yek ji van jî Saziya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) e. Ji bo welatiyên hatîn bişaftin, ji çand û zimanê xwe hatîn qetandin KURDÎ-DER qursên hînbûna ziman vedike û welatî xwe di wan qursan de digihînin. Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê Yagmur Koldaş hesreta xwe ya bi salan ya zimanê xwe bi nasîna Şaxa KURDÎ-DER'a Erdîşê derbaskir. Yagmur diyar kir ku ew beşdarî qursek ya KURDÎ-DER'ê ya ziman bû, ji bo pêşdebirina ziman û çanda xwe wê hewil da û got: “Ji bo mirovekê zimanê dayîkê û kesayeta wan hemane. Ji zimanê xwe qetîn weke tiştek giran her roj li ser min bar be. Bêrîkirina min ya ji bo zimanê min weke bêrîkirina dayîka min bû. Dema ku ez bi zimanê xwe li gel derdora xwe di peyîvîm weke ku xwe li gel mirovan biyanî hîs bikim bû.”
‘Despêkê xwe rexne bike paşê me’
Yagmur dibistana amadeyî û zanîn geh li bajarên cuda yên Tirkiyê xwendiye. Yagmur anî ziman ku ji ber polîtîkaya dewletê ya bişaftinê ew ji ziman û nasnameya xwe biyanî maye û wiha got: “Heta sala 2012’an min nebûna zimanê xwe yê dayîkê hîsnedikir. Cara yekem li Erdîşê ez tevlî civînek ya girêdayî azadiya jinê bûm. Civîna ku beşdarbûm tenê jin ez bûm. Li wê min girêdayî mijarê bi tirkî rexneyek kir. Wan jî ji ber tirkî rexnekirina min û ji tekoşîna zimanê kurdî dur mayîna min ez rexne kirim.”
‘Xwestin zimanê me tine bikin’
Yagmur bilêv kir ku despêkê di wê civînê de kêmaniya xwe ya li hemberî zimanê xwe yê dayîkê hîs kiriye û wiha axivî: “Ne bi dilxwazî be jî min got: ‘Mirov xwe di kîjan zimanî de rehet hîs dike bila bi wî zimanî xwe îfade bike.’ Min dizanî ku ew gotinên min hincetin. Min xwe di peyî wan hincetan de diveşart. Weke gelê Erdîşê hîna besnîne em ji zimanê me dur xistin, vêcarê jî din ava gel de weke nîzî kurdî û nîvî tirkî zimanek pêşketiye. Pir bi zimanê me hatiye lîstin.”
‘Tenê gotinek kurdî min ne dizanî’
Yagmur destnîşan kir ku ji ber wê tenê gotinek kurdî ne dizanî di dema hînbûnê de gelek zorî kişandiye û zoriyên xwe wiha anî ziman: “Min dest bi perwerda zimanê dayîkê kir, min gelek zorî dît. Heta ewqas ketim zorê êdî min dest bi girî kir. Ez ji xwe hêrs dibûm, çima bi zimanê xwe yê dayîkê nikarim bi peyîvim û binivîsim. Ez qet ji bîr nakim mamosta wane da me û j ime pirsî ‘Di nava rojê de we çi kiriye.’ Min jî du sê gotin nivîsî û dest jê hêla. Ji ber min ne dikarî binivîsim û gelek ketim zorê. Hem jî min dît rondikên çavê min di rijin ser lênusa min. Di wê navberê de xwişka min hat û j imin pirsî çima tu digirî. Dema kum in jêre got ji ber ez bi kurdî nikarim binivîsim ez digirîm. Ez rexne kirim û ji bom in got ‘Tu ev qas ji zimanê xwe dur ketiyê.’ Paşê ez çum min vê ji mamosta û hevalên xwe re par kir. Ser pêşniyara mamostayên min ez her roja ku çu hîn zêdetir nêzî zimanê xwe bûm û zêdetir li ber min hêsan hat.”
‘Heta mirinê ezê li zimanê xwe xwedî derkevim’
Yagmur wiha qala ji zimanê xwe durmayînê dike: “Ji zimanê xwe durmayîn bi qasî zarokek ji dayîka xwe durmayî bi êşe. Heya mirinê ezê li zimanê xwe xwedî derkevim. Ezê her demê ji bo malbat û derdorê pîroziya zimanê dayîkê û zoriyên min di dema hînbûnê de kişane vebêjim. Berî niha bi salan hevalek yê min li hember hakim xwe bi kurdî îfade dike û ew axaftin bi vî awayî derbazî qeyîdan dibe ‘Bi zimanek nayê zanîn xwe îfade dike.’ Ev zêdetir canê min êşand û ji bo hînbûna zimanê min zêdetir hêr da min.”
‘Hevala min ya herî baş ferhenga min ya kurdiye’
Yagmur derbirî k udi encama hînbûna ziman de dest bi xwendina pirtûkan kiriye û wiha dom kir: “Hevala min ya herî baş ferhenga min ya kurdiye. Niha jî ew ferheng li malê li ber serê min. Ez bêzar dibûm di perwerdê de her peyîvan ji mamosta bi pirsim. Min ferhenga xwe girt destê xwe û hêdî hêdî hînî zimanê xwe yê dayîkê bûm. Her çendî deregn jî hînbûm lê hînbûna zimanê min yê dayîkê ji bom in serketineke. Zimanê mirov ji bo mirov gelek bi nirxe.”
Ji qursê ber bi hevserokatiyê ve
Yatmur heskirina xwe ya ji bo zimanê xwe yê dayîkê wiha tîne ziman: “Heskirina hînbûna zimanê dayîkê şanaziyek nayê vegotine.” Yagmur di 22’ê Mijdara sala 2014’an de li ser daxwaza hevalên xwe di Kongra KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê de weke hevserok hat hilbijartin. Yagmur diyar kir ku ev pênc mehe ew bi heskirin peyîwira xwe tîne cîh. Yagmur bang li her kesê û tayîbetî jî li dayîk û bavan kir û wiha got: “Perwerda herî baş li malan tê dayîn û dayîk didin. Di mijara ziman de peyîwirek mezin dikeve ser molê dayîkan. Zarokên xwe ji zimanê wan yê dayîkê dur nexin.”
(zt)

