‘Komkujiya Hesekê encamê binketina çeteyên DAIŞ’ê ye’
10:48
Zêrîn Kurtay/JINHA
QAMIŞLO - Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê di Newrozê de li Hesekê kirî rê li pêşiya gelek ne razîbûnan vekir. Nerazîbûnek jî ji Hunermendên kurd hat û Hunermendan gotin: “Komkujiya ser sivîlan lewazî û binketina çeteyên DAIŞ’ê dide diyarkirin. Em weke hunermendên gelê kurd van êrîşan qebûl nakin û li hember disekinin. Em careke din van êrîşên hovane şermezar û lenet dikin."
Di êvara Newrozê de welatiyên bajarê Hesekêyên ku ji bo pîrozkirina Newrozê kom bibûn rastî êrîşên çeteyên DAİŞ'ê hatin, di encama êrîşan de komkujiya ku hatibû jiyan kirin rê li pêşiya gelek ne razîbûnan vekirin. Nerazîbûnek jî ji Hunermendan hat. Hunermend Canê û Sosin ku bi ermanca tevlîbûna şahiyên Newrozê li Rojava bûn, ne razîbûnên xwe anîn ziman û ji bo xizmên welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwestibûn.
`21'ê Adarê ji bo gelê kurd roja berxwadanê ye`
Hunermend Sosin kom ku li Hesekê hat kirin şermezarkir û wiha axivî: “Ez kelecnek mezin jiyan dikim ku em hatine Rojava û şoreşê bi çavên xwe dibînin. Ji bo roj Newrozê jî em li bajarê Hesekê bûn, dema ku me ew êrîş bihîst em gelekî xemgîn bûn. Ev êrîşeke pir qirêje. Em dizanin ku roja 21'ê Adarê ji bo gelê kurd roja berxwedanê ye. DAİŞ’ê xwest di vê rojê de vê berxwedanê bişkînin. Lê gelê kurd êdî gelek rêxistinkiriye, gelek ji bo armancên jiyaneke azad tekoşîn dik. DAİŞ’ê ev rastî li Kobanê û li tilhemîs jî dît û binkeftina xwe ya li wir qebûl nekir, ji lewma dest bi êrîşên weha dikin. Lê ewê serkeftin ya gelên Rojava bi xwe be."
'Komkujiya Hesekê encamê binkeftina çeteyên DAIŞ’ê ye'
Hunermend Canê jî got ku komkujiya Hesekê binkeftina çeteyên DAIŞ'ê ye û weha berdewamkir: “Em carekedin bi xemgînî ketin Roja 21'ê Adarê, lê her çigasî êrîş li hemberî gelê kurd çêbibin jî em carekedin Newroza rêberê gelê kurd Rêber APO pîroz dikim. Komkijiya Hesekê carekedin da diyarkirin ku dijminê gelê kurd ne tenê çeteyên SAIŞ'ê ye, hêzên ku wan destek dikin jî hene. Lê weke ku hunermende Sosin jî diyar kir komkujiya Hesek'ê binkeftina çeteyên DAIŞ'ê ye. Binkeftina wan ku di qadên leşkerî de li hemberî hêzên YPG û YPJ’ê de hatiye jiyan kirin, ev qebûl ne kirine ji lewma berê xwe dane mirovên sivîl û ev komkujî pêk anîne. Li hemberî vê em weke hunermendên gelê kurd van êrîşan qebûl nakin û li hember disekinin. Em careke din van êrîşên hovane şermezar û lenet dikin."
Komkujiya Hesekê ji aliyê gelê kurd ve jî bi tundî hate şermezarkirin û henermendên gelê kurd jî dane diyarkirin ku ew li hemberî vê komkujiyê bê deng namînin.
(zk/zt)

