Dê bertekên xwe ser sindoqan bîne ziman
11:20
JINHA
ÊLIH – Halise Îzcen ya 80 salî ku ji bo cihek yê razanê li benda alîkariyê ye diyar kir ku dê bertekên xwe yên ji bo dewletê û berpirsan li ser sindoqan bide nîşandan. Halise li hemberî pîran banga baldariyê li her kesê kir.
Halise Îzcan ya 80 salî kul i taxa Meydanê ya Êlihê dijî da zanîn ku berî 15 salan hevserê wê jiyana xwe ji dest daye, ji wê demê ve bi tena serê xwe dijî. Halise di malek ya ratubat ya bê hemam, talet û mitfax de dijî, li benda alîkariya cihek ku têde razeye. Halise ya k udi nava tinebûnê de dijî wiha axivî: “Berî niha mehekê ez çum gund gel keça xwe. Zavayê min nedixwest ez li wê bimînim, her roj ez derdixistim, dawiyê de destê min girt ez avêtim ber derî.”
‘Tiştek ez bixwim jî tineye’
Halise wiha qala feqîriya xwe dike: “Niha di mala min de tiştek xwarinê tineye. Serê sibê tenê min çayek vexwariye, ez niha birçîme, lê tiştek xwarinê tineye ez bixwim. Heta beteniya ser min jî qetiyaye min germ nake. Ez di rewşek gelek xirab deme, ji derveyî îmanê tiştek din yê min nîne. Ez bi hesreta derketina ji derve û ruyê mirovan dîtinê me. Ez nexweşim nikarim bimeşim, heta di vekirina derî de zoriyê dikêşim. Ji xwe kes yê derî l imin veke jî nîne.”
‘Ez gelek bêriya neviyên xwe dikim lê wan nabînim’
Halise li hember tava k udi pacê de li ruyê wê dixe şikir dike û dibêje: “Min gelek bêriya keça xwe û neviyên xwe kiriye, lê zavayê min naxwaze ez li gel wan be. Dema ez diçim gel wan min derdixe. Herî dawî destê min girt û ez avêtim ber derî. Ji ber hizura keça xwe û zarokên wê ez neçarim qet neçim mala wan. Kurek min hembû min çend sal berê ew jî winda kir.”
‘Ma mirovahî wihaye?’
Halise wiha axivî: “Kesê min nîne, ez pîrim, her kes rewşa min dizanin û min nas dikin. Kes derê min naveke û tiştekê nadin ji bo ez bixwim. Ma mirovahî, cîranî û misilmanî eve? Ez carnan li bendê dimînim, dibe ku yek xwarinek germ çêke û hinekê ji bom in bîne, lê ez vala li bendê dimînim. Niha ji birçîna min derî vekir û ji ciwanekê nanek xwest, saxbe nan ji bom in anî, lê niha ji wî nanî zêdetir tiştek di mala min de nîne. Berî niha 15 rojan ez çum mala keça xwe heya ez zivirîm diz ketine mala min, çend parçe tiştên xelkê dayî mine w jî birine. Heta mislex jî jê kirine û birine, yên wiha kirine ma halê mala min nedîtine çawan wijdana wan qebûl kiriye wiha bikin.”
‘Ezê bertekên xwe li ser sindoqan bînim ziman’
Halise bilêv kir ku wê ne ji dewletê ne jî ji berpirsan ti alîkarî negirtiye û wiha domand: “Diyare ku me hemwelatiyên vî welatî nabînin. Ji xwe dewlet û berpirs kengê alîkariya feqîran kirine tê dîtin? Her di dizin û dixwin yên wek min jî tenê baweriya xwe bi Xuda tînin. Weke kalikê min tenê Xudayek min û îmanek min heye.”
Halise di dawiyê de banga baldariyê li her kesê kir û bilêv kir ku hîna ew bi hêviye ji mirovan ji bo alîkariya cihek lê rakeve kirin.
(zt)

