Li Japonya bi kira, xeftan û kimono yan pîrozbahiya Newrozê
12:12
JINHA
TOKYO – Li bajarê Saitama yê nêzî Paytexta Japonya Tokyo yê kurd û Japon bi duruşma “Agirê berxwedanê yê li Şengal û Kobanê bilind bûyî dê Rojhilata Navîn azad bike” cejna Newrozê pîroz kirin.
Agirê Newrozê gihişt Japonya jî. Kurd û dostên xwe li Parka Warabi Şimin Koen ya li bajarê Saitama yê nêzî Paytexta Japonya Tokyo yê bi cil û bergên kurdî li hemv kom bûn û cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de pankartên weke “Agirê berxwedanê yê li Şengal û Kobanê bilind bûyî dê Rojhilata Navîn azad bike” hatin vekirin. Di pîrpozbahiyê de kurdan cil û bergên xwe yên netewî şal û şapik, kiras û xeftan li xwe kirin, japonan jî cil û bergên xwe yên netewî hakama û kimonoyu li xwe kirin. Kurdan û dostên xwe bi hev rel i ber dengê dehol û zirnayê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de Wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ, PYD, HDP, Başurê Kurdistan û Japonan, li gel balonên rengên kesk, sor û zer hatin hildan. Wêneyên sê jinên siyasetmendarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin jî li kêleka dikê cîh girtin. Piştî pîrozbahiyê kurdan û japonan bi hev re agirê Newrozê pêxistin.
(zt)

