Cenazeyê şervanê YPG'ê Jiyan Ergîn ber bi Dêrikê ve hat oxirkirin
12:50
JINHA
RIHA - Cenazeyê Şervanê YPG'ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrîk) ê ku li Kobanê birîndarbûyî û ji bo dermankirinê anîn Rihayê û li Rihayê jiyana xwe ji dest da ber bi Dêrik a Mêrdînê ve hat oxirkirin.
Şervanê YPG'ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrîk) 19'ê adarê de di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de birîndar bibû û ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re ji bo dermankirinê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û pişt re sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hate kirin. Ligel hemû mudaxeleyan Çiya roja 20'ê adarê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî şandin morga nexweşxanê. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Çiya ji aliyê malbatê û MEYA-DER'ê ve hate wergirtin û ber bi navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ve derxistin rê.
Cenazeyên Çiya dê li goristana jor ya taxa Zeytînpinar bê definkirin.
(msd/zt)

