Merasîma cenazeyên komkujiya Hesekê
14:04
JINHA
HESEKÊ – Cenazeyên Şehîdên Newroza 2015’an ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin. Di axafitnên ser goristanê hatin kirin de hatin diyar kirin ku divê hemû partî û rêxistinên kurdan li hember êrîşan bibin yek.
Ji Şehîdên Newroza 2015’an ku di êrîşa hovane ya 20’ê Adarê de li taxa Miftî ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên 29 kesan bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan, ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê derxistin rê û birin Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê. Cenaze li wê nêzî 500 metre li derveyî goristanê ji wesayîtan hatin daxistin û li ser milan bi meşê birin goristanê. Di pêşwazîkirina ku bi hezaran kes amade bûn de wêneyên şehîdan, alên kurdî, pankartên ku êrîşan şermezar dikin hatin vekirin û dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyan re hatin berzkirin. Di pêşwazîkirinê de Hevseroka Kantona Cizîre Hediye Yusuf, hemû endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd, rêveberên TEV-DEM, ENKS, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi hezaran kes amade bûn.
Li ser dika ku ji bo merasîmê hatibû amadekirin wêneyên Şehîdên Newrozê hatin daliqandin. Piştî cenaze anîn goristanê Hêzen Erka Xweparastinê merasîmek leşkerî lidar xist. Di merasîma ku ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin de, piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Dawê axivî. Mehemed Dawê sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê kurd xwest û şifa ji birîndar xwest. Mihemed got ku ew bi saya şehîdan îro dikarin jiyan bikin û soza şopandina rêya cangoriyan da.
‘Divê hemû rêsitinên kurdan yekîtiyê ava bikin’
Piştre li ser navê rêveberiyên xweseriya demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axivî. Ekrem Hiso bi gotinên wekî, “Gelê me yê aştîxwaz û welatparêz, em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Hesekê dixwazin. Em bi navê hersê kantonan berxwedana YPG/YPJ, Hêzên Hevbeş û pêşmergeyan ji Kerkûkê heta Kobanê silav dikin” dest bi axaftina xwe kir.
Ekrem Hiso got ku di dîrokê de welat bi xwîne hatine avakirin û wiha dom kir: “Gelê me jî îro xwînê dide ji bo ku welatekî demokratîk ava bike. Gelê me yê Rojava îro destkeftiyên mezin bidest dixe. Lewre jî dibe hedefa êrîşên DAIŞ’ê. Lê DAIŞ li hemberî berxwedana gelê me li hemû eniyan bin dikeve. Ji ber vê yekê serî li rêyên dijmirovahiyê dide û êrîşî gelê me yê sivîl dike . Êrîş îradeya gelê me têk nabin. Hemû pêkhateyên Rojava îro li hemberî terorê mil bi milin, yek destin. Teror tenê aliyekê yan jî partiyekê hedef nagire, hemû kesê hedef digire. Bi vê munasebetê em bang li Lêveger Siyasî dikin ku ji xwîna şehîdan sud werbigirin û yekîtiyê ava bikin. Ev xwîn divê bibe wesîleya yekîtiyê, gelê me li benda yekîtiyê ye. Ez bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînim.”
‘Tu kes nikare yekîtiya me xirab bike’
Di merasîmê de li ser navê Lêvegera Siyasî Nesrendîn Îbrahîm axivî û ji malbatên şehîdan sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest. Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku gelê herêmê îro bi hemû neteweyên xwe li berxwe dide û wiha dom kir: “Gelê me li hemberî terorê şer dike. Bi navê Levegera Siyasî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gel dixwazin. Ev şehîd îro wekî şitlên gulan dê li tevahiya Rojava û Suriyeyê azadiyê û wekhevyê pêk bînin. Tu kes nikare yekîtiya me xirab bikin. Şehîd namirin.”
‘Yekîtî takane rêya xilasbûnê ye’
Li ser navê TEV-DEM’ê jî Endamê Desteya Rêveber Aldar Xelîl axivî û bi gotinên wekî, “Em îro 29cangoriyan dispêrin axê. Ez li hemberî hemû şehîden şoreşê bejna xwe ditewînim” desti bi axaftina xwe kir. Aldar Xelîl destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê mirovahiyê nas nakin, lê nikarin vîna gel bişikînin û wiha pê de çû: “Em ji çeteyan re dibêjin êrîşen we yên tirosenek û terorî vîna gelê me naşikînin. Gelê me îro gav bi gav ber bi azadiye ve diçe, dara azadiyê bixwînê av dide. Ez berxwedana Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ, Asayîş û hemû kesên li berxwe didin silav dikim.”
Aldar bal kişand ser axaftina Ekrem Hiso ya têkilidarî yekîtiyê û wiha dok kir: “Hevalê me Ekrem Hiso bi yekîtiya gelê kurd bang kir. Ez jî dibêjim ma ji vê yekîtiyê mezintir heye? Em li ser xwînê îro bûne yek. Piştî xwîna van şehîdan divê tu kes hesabên partîtî û teng neke. Di hizura van şehîdan û we tevan de em carake din dibêjin ku em amade yekîtiya kurd pêk bînin. Ez bang li hemû endamên Lêvegera Siyasî dikim di 26’ê mehê de werin civîna Lêvegerê. Ji ber ku yekîtî tekane riya xilasbûna ji terorê ye. Em careke din ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe sersaxiyê dixwazin.”
Di merasîmê de peyama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kanotna Kobanê jî hate xwendin.
Piştî axaftinan cenazeyên 29 şehîdan bi dirûşmeyan spartin axê.
Ji bo Şehîdên Newroza 2015’an wê sibe li Goristana Şehîd Dijwar konê sersaxiyê bê vedan.
Cenazeyên qurbaniyên din ên komkujiyê, li ser daxwaza malbatên wan, li goristanên din ên bajar û gundên Hesekê hatin veşartin.
(zt)

