Di 4’ê Nîsanê de ber bi Amara yê ve meş heye

16:20

 


JINHA


AMED - Dê îsal bi duruşma ‘Ji Rêbertiyê re azadî’ çalakiyên Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya TUHAD-FED'ê bên li darxistin.


Bi pêşengiya TUHAD-FED'ê dê îsal welatî di rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ber bi Amarayê ve bimeşin. Meşa bi rihê Newrozê pêk bê dê di 3'yê nîsanê de li Xelfetiyê piştî pîrozbahiyê pêk bê. Girêdayî bernama 4’ê Nîsanê li avahiya Şaxa Amedê ya Federesyona Şêwirmendiya Hiquqi ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) ê civîna çapemeniyê hat li darxistin. Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyûz têkildarî mijdarê daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 16 salin li Girava Îmraliyê ji bo aştiyê têkoşînê dide.

Mehmet anî ziman ku Ocalan tenê ji bo kurdan ne ji bo hemû gelên bindest, ciwan jin hêviya jiyana azad û bi wate ye û wiha got: "Di asta em hatinê de êdî divê serokê me azad be. Bi 10 mîlyon îmzayên ji bo azadiya serokatiyê hatin komkirin, girtina fîzîk bê wate kiriye. Dîrok hin caran di kesayeta kes de xwe îfade dike. Meşa 4'ê Nîsanê ya Amara ji rojbûnê wêdetir meşa azadiya gelê kurd îfade dike. Hebûn, nasname, zimana gelekî hatibû qedexekirin û ev roj îfadeya ji nû ve vejîna gelekî ye."


(zt)