Ji bo Deniz Firat belgeselek ya wê jê hez bikira...

09:45

 


Mizgin Tabu/JINHA


STENBOL – Girêdayî jiyana Rojnameger Deniz Firat ya ku weke nûçegihana şer di dema şer de li herêma Mexmûrê nûçe dişopand parçeyek şaranpolê hinda wê hat û jiyana xwe ji dest da belgesel film tê kêşan. Darhênera belgeselê Melek Ozman ya artivin di derbarê belgeselê de wiha dibêje: “Ev filîm ji bo jinekê çîroka nasîn û vegotina jinek dinê ye. Deniz gotibû: ‘Ezê bi kamereya xwe li vê derê bimînim û dîmenan bigirim.’ Ez ji wê gelek bandor bûm û ne ji bo bîranîna wê me xwest filîmek yê ew jê hez dike bikişin.”


Filmmor û JINHA bi hev re di derbarê çîroka jiyana Rojnameger Deniz Firat ya k udi dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Maxmûrê de dîmenê wan êrîşan digirit û di 8’ê tevaxê de jiyana xwe ji dest dayî belgeselek amadekirin. Darhênera belgeselê Melek Ozman di derbarê kêşana belgeselê de wiha dibêje: “Em li cihên Dezin lê jiyayî geriyan. Me Deniz şopand û me filîmek yê ew jê hez dike kişand. Me di cihên wê hezdikir û bêriya wan cihan dikir de kişand. Li Mexmûr û Qendîlê me bi heval û xwişkên Deniz re film kêşa. Ekîba filîm hemû ji jinên Filmmor û JINHA yê pêktê. Dema kum e belgesel jî kêşa tenê em bi jinan re axiftin.”


‘Di têgihiştina Deniz de emê hev temam bikin’


Melek wiha berdewam kir: “Me Deniz ji hevalên wê yên jin pirsî. Ji bo me û hevalên wê yên me pêre hevdîtin kirin Deniz jiyan dike, ji ber wê jî ev belgesel ne bîranîneke, ji Denizê ji bo jinan xelateke.” Melek da zanîn ku wan hewildaye filimek yê Deniz jê hez dike bikêşin wan hewil daye heval û cihên wê jê heskirî û xwestiye bibîne kişandine. Melek balkişand ser despêkirina belgeselê û bilêv kir ku wan di meha mijdarê de dest bi amadekariyan kiriye û wiha got: “Windakirina Deniz li Mexmûrê min jî weke her kesê di nûçeyan de bihîst. Bê goman ji bo her şihadetekê em gelek xemîgn dibin, lê wê demê ji bo Deniz ez zêdetir û cudatir xemgînbûm. Ji ber şer hebû. Li aliyekê Kobanê, li aliyekê ji bo jinan şert giran û zor dibû, li aliyê dinê jî tekoşîna jinên berxwdêr hebû. Ji ber wê jî ew demek yê min xwe gelek xirab hîs dikir, ez ji malê dernediketim. Ez ser nûçeyan ranedibûm, her kêlî dê çî bibe min nûçe dixwandin. Em bi hevalên JINHA yê re axivîn. Min got dê çiqas xweşbe filimê wê bê kêşain, gelo emê bikarin? Ji ber di destê wê de kamera û ew ji bom e hemûyan li wê bû. Piştî axaftinan em fikirîn xebatekê bidin despêkirin. Bi hêviya di têgihiştin û vegotina Denizê de emê hevdu temam bikin.”


‘Hêz û enerjiya Deniz derbazî min bû’


Melek anî ziman ku dema ew hînî çîroka jiyana Deniz bûye gelek jê bandor bûye û bandorbûna xwe wiha bilêv kir: “Dema ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Mexmûr hatî valakirin Deniz dibêje ‘Ezê bi kamereya xwe li vê derê bimînim û dîmenan bigirim.’ Wê di çepera pêş de hewil dida dîmenan bigire. Min herî zêde jî ji wê hêz girt. Deniz ez ji rewşek ya bêhêvîtiyê xilas kirim. Ji ber me her yekê li cihê xwe ya ji destê me hatibana kiribanan hêvî hebû.” Melek destnîşan kir ku ew girêdana wê ya bi Deniz re hêvî daye wê. Melek derbirî ku wê ji helwesta Deniz ya ji bo ji Mexmûrê dengek yan jî dîmenekê bigihîne raya gişti ya cîhanê canê xwe daniyî holê hêz girtiye.


‘Ev film ji bo jinekê çîroka nasîn û têgihiştina jinek dine’


Melek diyar kir ku despêkê ew bi pirsên weke gelo emê bikarin Deniz nasbikin û bidin nasîn? bi metirsî ew nêzbûne û wiha dom kir: “Ez cudane, wê cudabûna wan dizanim, berî em çîrokên hev nazbikin, emê di vegotinê de zoriyê bikêşin. Cudabûnek ne pir mezin din ava medeye. Dibe ku ew cudatî di mesafeya navbera me de be ji ber dem amin dîmenên Deniz yên li Mexmûrê nêrî ew hest bi giştî d imin de hatin sîlkirin. Dema ku Deniz li Mexmûrê bi hevalên xwe re li malekê de civiyane sitiranek ya ‘çift jandarma’ dibêje. Ew sitranek ya artivinane û dema ez zarok yekem sitirana hînbûyîm ew bû. Deniz jî gelek ji wê stiranê hez dikir. Ev tenê mînakek hêsane, lê dema ku em hev têbigihin, dema ku em hev nasbikin gelek tiştên em derbas bikin hene.”


‘Dema kum e li Deniz temaşe kir me xwest em filmekê bikişin’


Melek wiha berdewamî da axaftina xwe: “Çîroka min ya nasîna Deniz ê bi rêwîtiya min ya ber bi cihên wê lê jiyayî re despêkir. Li cihê wê lê jiyayî weke ku bi çavên wê li wan cihan nêrînê bû. Me dengê ew celalên avê yên wê jê hesdikir kişand. Me dengê Deniz qeyîd kir. Ew çiya û cihên wê jê hez dikir me kişand. Me qeyîdên Deniz, dîmenên wê, roportajên wê girtî, nivîsên wê. Deniz ewqas nivîs nivîsîbû ku ji nivîsên rojnamê heya bernamên televizyonê. Li Mexmûrê tenê rojnameyek derdixist. Din ava Mexmûrê de li gel zarokan rojname belav dikir. Me zarokên ku bi Deniz re rojname belav kirine kêşan. Em bi gelek kesên wê nasdikirin re axivîn.” Melek bilêv kir ku hevalên Deniz diyar kirin ku Deniz ji bo wan gelek cuda bûye. Melek anî ziman ku hevalên Deniz pir xweş qala wê kirine û bi qasî wê jî Deniz nas kirî dê vebêje û wiha dom kir: “Mixabin em qîmetê ne nasîna hev, windakirina hev û duriya ji hev dizanin. Lê bi qasî dizanim Deniz ji hemûyan wêdetir rewşek bû. Her kesê gelek ji Deniz hesdikir. Ji ber me filmê Deniz dikişand pir bi heskirin em pêşewazî kirin. Her kes gelek kêfxweşbûn. Heger gotin li cîh be himbêza xwe ji me re vekirin. Ji ber wê me jî zêdetir berpirsyarî girt ser xwe.”


‘Min dixwest di cîhanek hîna Deniz têde bikare jiyan bike de bijîm’


Melek diyar kir ku wan gelek xwest di gulanê de film biqedînin. Melek da zanîn ku dê muzîka film Mizgîn Tahir çêke. Melek bilêv kir ku wan hewildaye filmek yê Deniz dema temaşebike jê hez bike bikişin, ked dane û wiha got: “Em hewildidin di meha gulanê de di heman demê de gala yek ya hemû deverên Deniz lê jiyan kirî nîşan bidin. Lê dema ne gihije jî dê di havînê de teqez amade be.” Melek di dawiyê de bi têbiniyek wiha: “Ji bo nasîna wê ez gelek şanazim. Lê min gelek di xwest dema wê jiyan dikir wê binasim. Min di xwest di cîhanek ku hîna Deniz bikare têde jiyan biki de bijîm. Ez dixwazim di cîhanek ya jin têde rastî evqas şidet, şer û êrîşan neyê de bijîm” heskirina xwe ya ji bo Deniz anî ziman.


(zt)