‘Li Rojhilata Navîn armanca hemû jinan jiyanek azade’

10:03

 


Şêrîn Hiso/JINHA


AMED  – Endama Saziya Romana Filistînê Dalal Odeh diyar kir ku armanca hemû jinên Rojhilata Navîn jiyanek azade û got: “Jin din ava gelan de rola pirê dilîzin. Dema ku jin bibin hêzek ya hevbeş dê ber bi jiyanek azad ve jî gavên giring bavêjin.”


Bi armanca avakirina dewleta Îsraîlê, di sala 1948'an de erdê Filistênê hat dagirkirin. Jinên Filistînê ji di wê demê de rastî hemû cûreyên zordariya dagirkeriyê hatin. Endama Saziya Romana Filistîn ê Delal Odeh ya ku li bajarê Elquds dijî anî ziman ku rola jinên filistînî di civakê de, li gorî her serdemê hatiye guherin. Jina filistînî ya ku rola parastina civaka xwe daye ser milê xwe, di her qadê jiyanê de cîh digre. Delal di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekîtiya hêza jinan û gelên aştî xwaz.


'Divê jin di hemû qadên jiyanê de têdikoşinê bilind bikin'


 Delal bi lêvkir ku rola jinan di bilindkirina têkoşîna gelan de sereke ye û wiha axivî: "Dema ku jin pêşengtiya berxwedanekê bike, serkeftin teqez e. jinên kurd ev rastî derxistin holê. Bi salan e jinên filistînê jî li hemberî desthilatdariya Îsrailê  têdikoşe, temenê vê têkoşînê dirêj e. Dema ku em vegerin serdema berî dagirkirina Filistînê, em dê bibînin ku bingeha aborî ya welatê min çandin e. gelek cûreyên karên çandiniya jinan xwe bi xwe dikirin. Jinên Filistînê di wê biryarê de ne ku têkoşîn divê di her qadên jiyanê de bibe da ku karibe parastina hebûn, çand, erd û mafê xwe bike."


'Jin xwe bi rêxistin dikin'


Delal xwerêxistinkirina  jinên filistînî bi bîrxist û wiha got: "Jinên filîstînî di serdema dawî de hebûna xwe di saziyên fêrmî, civakî, partiyên siyasî de û rêxistan de  xwe nîşan dide.  Herwiha jinan li Filistînê hewcedarî bi avakirina lecneyên kar û barê jinan ve dîtin, lewra lecneyên bi vî rengî li hin bajaran hatin avakirin. Em wekî jinên ciwan hewil didin ku hebûna jinan di jiyana polîtîk de xurt bikin. Em dê ji bo bidestxistina vê yekê xwe bi rêxistin bikin."


'Bi yek hêzê hev bigerin'


 Delal destnîşankir ku hemû jinên Rojhilata navîn daxwaza jiyana azad bijîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo ku em gav ber bi jiyana azad ve bavêjin, divê ku em wekî hêzek yebûyî bixebitin. Em dê ji bo azadiya mirovahiyê bi yek hêz tevbigerin. Mirovên aştî û azadî  xwaz jî gorî reng yan netewa xwe tevnagere. Bi hêvî me ku hemû gelên bindest  azadiya xwe bidest bixin. Xwesteka sereke navbera gelan de azadî ye. şanaziyek mezin ji bo me heye ku gelê Filistînê bi gelê kurd re heval e ji ber  ku gelek xalên hevpar navera van gelan de heye. Em wekî jin em dê bibin ew pira gihanok navbera têgiheştina gelê kurd û gelê filistînê de.”


(sh/zt)