Ji bo jinan herêma hilberîn û îstihdamê
11:36
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED – Li Amed û navçeyên derdorê Komela Alternatîf û Îstihdamê din ava du salan de xwe gihandiya 2 hezar jinan û di aliyê aboriyê de modelek alternatîf avakirine. Ji bo ku jin hilberîna xwe li gund û bajaran bigihînin hemû jinan li ser siteya ‘Sukên Kurdistanê’ xwe digihînin bi 10’an jinan.
Komela Alternatîf û Îstihdamê ya Jinan di gulana sala 2013’an de hatiye avakirin û ji bo xwe bigîhine hemû jinên dixwazin xwe li ser lingê xwe bigirin dixebite. Jinên serî li komelê dane ji kutilkan, sabûnê heta fêkiyan hemû hilberînên xwe digihîne kiriyaran. Jin berhemê xwe ser siteya ‘Suka Kurdistanê’ digihînin kiriyaran. Li her gund, navend û navçeyên Kurdistan û Tirkiyê ji bo jin berhemên xwe derxin bazarê û bigihînin kiriyaran serî li komeleya jinan didin. Komele xwe digihîne berhemê wan jinan, wêneyê wan digire û ser siteyê dide pêşandan. Dahata ji berheman tên girtin bi rêya komeleyê tê gihiştina xwediyê wan. Keda dest ya tê pêşandan ji nanê tenûrê, xwarinên malê, nivîs, tiştên ji dezî û rîs bi destan tên çêkirin, tiştên ji hevîr tên çêkirin, tiştên ji text û paçan, jî çêdibin heta sabûnê û fêkiyan jî di navê de cîh digirin.
‘Armanca me ya yekem jinên din ava malê de hilberînê dikin e’
Ji Koordînatora Komeleya Hilberîna Alternatîf û Îstihdamê Gulbahar Ormek diyar kir ku karê wan bi çêkirina nanê tenûrê re despêkiriye. Gulbahar da zanîn ku wan despêkê jinên nanê tenurê çêdikin bi yên li deverên cuda dijîn û dixwazin nanê tenurê bigirin re dane nasîn û ji wê despêkirine û wiha axivî: “Em ser wê bi dikandaran re peyîvîn ku nanê tenurê yên jin amade dikin bigirin ji bo wan bifiroşin û ji wan karê negirin. Jin di hindirê malê de çî çêdikin, bi çî re mijul dibin kes nizanin. Ji ber wê jî armanca me ya yekem xwe gihandina jinên hindirê malê de ye. Jinên di malê de gore, laçik, sicude, fayîke û jinên makîneya dirunê li aliyek yê mala xwe danîne û ji parçeyan kinc ji bo zarokên xwe amade dikin hene. Ji bo ku em bibin alîkar ji firotina tiştên wan û dahata wan gihandina destê wan me dest pê kir.”
‘Ji bo jinan derfetên kar nahêlin’
Gulbahar bilêv kir k udu gurubên wan yên yer yek ji pazde kesan pêktên kutilik çêdikin û got: “Em kutilkên 30 jin amade dikin ji wan digirin û didin şirketên eleqedar û dahata wan jî digihînin destê wan. Her tişên bi keda jinê tê amadekirin gelek bi nirxin, ji bo wê fiyat danîn ne gengaze, lê tenê ji bo tiştek bi des wan kevin ji bo wê tişta ji destê me bê em dikin.”
‘Firotina bi kurdî’
Gulbahar bilêv kir ku zimanê siteya wan kurdiye û wiha domand: “Siteyek me ya înternetê heye û em bi rêya wê berhemên destê jinan di gihînin kiriyaran. Zimanê siteya me jî bi kurdiye û ez difikirim ku ev jî yekem siteya bi kurdiye. Her roja diçe jinên serlêdan dikin zêde dibin û ji vê jî mirov dibîne çiqas jinên bê kar hane. Mixabin herêmên kar ji bo jinan nayên vekirin û berhemê keda destê jinan nayê dîtin. Em kesê bi zorê naxin nava vî karî. Em karê xwe vedibêjin jin jî di pejirînin. Tenê armanca me em tiştekê bixin destê wan ne.”
Her tiştî ji kevne nûyan ji nû ve çêdikin
Gulbahar wiha berdewam kir: “Ne tenê ne ji bo jinan kar raber dikin, di heman demê de em karê wan hêsan jî dikin. Em li yek yê li zarokên jinên kar dikin binêre digerin, di malê de jî xwarinê amade dikin û dişînin. Dema ku ducanî be yan jî divê yek li gel be em yekê yê bi ewle dişînin gel. Hem kesê em dişînin qazanc dike hem jî derfet bi des ya dinê jî dikeve.” Gulbahar wiha qala ji sabonan çêkirina fêkiyan jî dike: “Ji sabonên biçuk bûyîn yên di hindirê malê de hatî xebitandin fêkiyan çêdikin. Mînak dema ku sêvekê çêke bêhna sêvan dixinê. Ev kar hem di aliyê aborî û hem jî di aliyê ekolojî de giringe. Mamostayên me yên ji kevne nûyan tişt çêkirinê hene, em tiştekê navêjin çopê. Em ji her tiştên kevin tiştek nû çêdikin.”
Gulbahar bilêv kir k udi heman demê de jinên şidetê dibînin û ji aliyê malbatê ve tên avêtin jî serlêdanê dikin û wiha berdewam kir: “Jinên serlêdanê dikin li saziyên jinan yên weke DÎKASUM, Selis û Kardelen ê tên bi cîh kirin. Yan jî dema ji bo alîkariyê tiştek bi destê me bê em dikin.”
‘Bi saya jinan çand û nirxên me nehatine wendakirin’
Gulbahar anî ziman ku ew bi rêya Oda Ticaretê ya Amedê ew xwe digihînin jinên lig undan hilberîna çandiniyê dikin û wiha dom kir: “Jinên lig undan çandiyê dikin serlêdan dikin û em jî ji bo berhemên wan di bazaran de cîh vediqetînin. Hemu hilberînên jinan bi nirxin. Ji dîrokê heya niha hemû nirxên me yên dîrokî bi saya jinan hatine parastin. Li vêderê armanca me hem berdewam kirina wan, hem xistina bazarê ya berhemên jinan û hem jî jîndarkirina wan nirxên çandiye. Heya niha her kesên kum e serlêdan kiriye bi erênî bersiv dane û alîkariya me kirine. Bi alîkariya wan em zêdetir digihin berhemên jinan û ji bo xistina bazarê dixebitin.”
(zt)

