Li tevahiya cîhanê rêjeya nûneriya jinan di parlementoyan de ji sedî 22 ye
12:26
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî lêkolînên di tevahiya cîhanê de hatîn kirin rêjeya nûneriya jinan di pergala parlementoyan de ji sedî 22 ye. Li Tirkiyê rêjeya nûneriya jinan di bin vê rêjeyê de ji sedî 14.39. e.
Her pêvajo kêmbûna parlementerên jin dibe mijara rexneye. Di tevahî cîhanê de rêjeya nûneriya jinan di parlementoyan de ji sedî 22 ye. Di parlementerên Ewrupa û Emerîkayê de jî rêjeya parlementerên jin kême. Weke mînak li Tirkiyê rêjeya parlementerên jin ji sedî 14.39, li ABD’ê jî ji sedî 20 e. Di asta yekem de jî welatê Ruanda yê Efrîqa ye ku rêjeya jinan di parlementoyê de ji sedî 63 ye. Di sala 1994’an de di şerê navxweyi yê Ruanda de din ava 3 mehan de 800 hezar kes hatin qetilkirin. Piştî qirkirinê ji sedî 70’ê şêniya wê ji jinan pêktê. Ji ber bandora qirkirinê ew qas jin di parlementoyê de cîh digirin.
Di dora duyemîn de jî ji sedî 50 Andorra tê. ABD ji sedî 20 di dora 72’an deye.
(zt)

