Ji bo Aynur Epli derkeve li benda çîne?

12:49

 


Gülşen Koçuk- Şehriban Aslan / JINHA


AGIRÎ -Aynur Epli ya girtiyê nexweşa pênceşerê ye û di lîsteya Mafên Mirovan de jî cih digre di rewşa xetereyê de ye. Xwîşka Aynur Gûlîzar Eplî da xuya kirin ku hin kesên nexweş pêwîstiyên xwe yên rojane jî nîkarin bi cîh bînin û jî bo çareserîya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyê dîvê nexweşên girtî were berdîn.


 Ji girtîgehan her roj agahiya mirinan tê û lî gor daneyên ÎHD'ê; lî girtîgehên Tirkiyê û Kurdîstanê  247 nexweşên giran û tevahî jî 649 kesên  nexweş di şert  û mercên giran de dimîne. Ji wan nexweşên ku di asta mirinê de ne û dîvê were tahlîyekirin Aynur Eplî jî 21 sale dî girtîgehêde ye. Xwîşka Aynur Gûlîzer Eplî der heqê nexweşîya  Aynur û rewşa wê de axivî û got:''heger pêvajoya çareserîyê di rojevêde be dîvê gava yekemîn derxîstina nexweşên girtî bin.'' Aynur Eplî ya niha di girtîgeha Şakranê de dimîne di nav nexweşên ku li benda tahlîyekirinê de ye. Nexweşiyên Aynur pênceşêra roviya, di mêjude kîst û nexweşiya  malzarok û tîroîdê ye. Gûlîzar da zanîn ku ji kesekî hewqas nexweşiyên wê hene re rapora' ber başbûnê ve diçe tê dayin' û wiha berdewam kir:'' ji bo Aynur neyê tahliyekirin çi ji destê wan tê dikin. Her tim daxwaza me ya tahlîyekirinê tê taloq kirin, bersiv nayê dayin. Lê Aynur nexweşa penceşêrê ye divê were berdan.''   


'Teşhîsa pênceşera rovîya hat kirin lê nayê berdan'


Gûlîzar Eplî bal kişand ku xwîşka wê 21 sale di girtîgehêde ye û nexweşiyên wê 2007'an de li girtîgeha Sert'ê dest pêkîrîye. Gûlîzar diyar kir ku piştî teşhîsa pênceşêrê hatiye kirin Aynur di 2008'an de emeliyat bûye û nîvê roviyên wê hatîye girtin û axaftina xwe wiha domand:'' di 2008'an de hat tespît kirin ku di mêjuyê wê de kîst heye. Dema sirgûnî girtîgeha Şakranê bû hat gotin ku di malzaroka wê de jî kîst heye û divê were emelîyatkirin lê dîsa jî tîştek nehat kirin.ji bilî vê nexweşiya tiroîdê jî pê re heye.'' Gûlîzar anî ziman ku Aynur di nexwexaneyekî baş de dîvê were tedawî kirin.


'Tedawiya wê nîvçe ma û hat sirgunkirin'


Gûlîzar axaftîna xwe wiha domand:'' me bi derfetên xwe balafirek taybet girt û bi darê zorê  wê birin Enqereyê û emeliyata wê pêk anîn. Lê niha şert û mercên ku Aynur tê de ye ne guncav e. ji ber nexweşiya penceşerê divê li xwarin û vexwarina xwe miqate be lê di girtîgehêde derfetên vê tune ye.'' Gûlîzar bal kişand ku di 2012'an de teşhîsa kîst a mêjû hatiye kirin lê ji ber ku Aynur sirgunî Îzmîrê bûye tedawiya wê nîvçe maye û got:'' Aynur nêzî 3 meha li vir tedawî nebû û felç derbas kir, di pozê wê de xwîn dihat her tim. Hê jî reşa wê ne baş eû nexweşiyên wê her ku diçe pêş dikeve.''


'Divê nexweşên girtî were berdan'


Gûlîzar diyar kir ku Aynur di lîsteya nexweşên girtîde ye û divê were berdan lê heta niha daxwazên wan a yê di vê mijarêde nehatîye cîh û got:''heger pêvojoya çareseriyê di rojevêde ye divê pêşî ji bo nexweşên girtî gav were avêtin. Lewre hin kes nikarin pêwistiyên xwe yê rojane jî bîne cîh. Ji bo vê û ji bo demokratîkbuyîna Tîrkîyê dîvê gavên  lezgînî were avêtin.'' 


'Li benda mirina zarokên me nin?'


Dayîka Aynur Eplî Nezîhe Eplî jî anî ziman ku keçika wê piştî tevlî refên gerîlla bûye di pevçûnekî de birîndar hatiye dil girtin.Nezîhe da zanîn ku nexweşiyên Aynur yê girîng hene lê nayê tedawîkirin û wiha berdewam kir:'' me raporên wê şandin Enqerê lê tû encam derneket. Her tim hate sirgûnkirin. Cara dawiyê jî sirgûnî Îzmîrê hat kirin. Daxwaza me ewe ku hemû girtiyên nexweş were berdan. Keçîka min jî nexweşe ne tedawî dikin ne jî ber didin. Li benda mirina zarokên me nin? Piştî bimrin dê wan berdin? Divê ji vê rewşê re çareseriyek bibînin.'' Nezîhe bal kişand ku zarokên wan ji bo çand û zimanê xwe ji bo nasnameya xwe tevlî refên PKK'ê bûne û bang kir ku ji bo nexweşên girtî di demek nêz de gav were avêtin.


(ch)