Yekîtiya Star li Kobanê dest bi xebatê kir
15:17
JINHA
KOBANÊ – Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Yekîtiya Star navber dabû xebatên xwe yên li Kantona Kobanê, niha ji nû ve dest bi xebatên xwe dikin.
Bi dehan endamên rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Kobanê bi armanca jinûve aktîfkirina navend û meclîsên jinan ên li taxên bajar, li navenda xwe civiyan. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî û got ku pêwîst e li gor berxwedana li Kobanê hatiye kirin, jinên Kobanê xwedî li keda şervanên YPJ`ê derkevin û xwe bi rêxistin bikin.
Piştî axaftinê, navên jinên ku wê karibin cihê xwe di rêveberiya navendê de bigirin, hat pêşniyarkirin û li ser vê yekê dengdayînê hat dest pêkirin. Di encamê de Qedriye Xelîl, Sozdar Minbic, Zekiye Mihemed, Leyîla Elî, Seher Elî, Fatma Hemo û Xanim Mihemed weke endamên rêveberiya navendê hatin diyarkirin.
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.
(zt)

